Îraq: 13 milyon bermîl petrola Kurdistanê çû Ewropa û Amerîkayê

.

Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî ragihand ku zêdetirî 13 milyon bermîl petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Bendera Ceyhanê hatiye hinartin û ew bi Tirkiyeyê re li ser peymaneke nû nêzîkî hev bûne.

Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî ji Rûdawê re behsa hinartina petrolê, dan û standinên bi Tirkiyeyê re û vizyona enerjiyê ya Îraqê kir.

Heyan  Ebdulxenî mizgînî da ku peymana nû ya boriyên petrolê ya di navbera Tirkiye û Îraqê de nêzîk bûye û diyar kir ku petrola Herêma Kurdistanê digihîje bazarên cîhanê.

"Petrola Kurdistanê diçe Amerîka û Ewropayê"

Wezîrê Petrolê destnîşan kir ku di veguhastina petrolê ya bi rêya Bendera Ceyhanê de gihiştine asteke girîng û got:

"Heta niha zêdetirî 13 milyon bermîl petrola Herêma Kurdistanê hatiye hinartin.

Herikîna rojane di navbera 200 heta 208 hezar bermîlan de ye."

Heyan Ebdulxenî li ser rotaya hinartinê jî agahî dan û got, "Hemû petrola Herêma Kurdistanê ji bazarên Ewropa û Amerîkayê re tê şandin."

Hat ragihandin ku di vê çarçoveyê de yekem veguhastina petrolê ya ji herêmê, destpêka vê mehê gihîştiye benderên Amerîkayê.

Bi Enqereyê re hevdîtinên erênî

Ebdulxenî bi bîr anî ku peymana sala 1973yan a di navbera Tirkiye û Îraqê de ya ku herikîna petrola xam birêxistin dike, 27ê Tîrmeha 2026an bi dawî dibe û diyar kir ku trafîka dîplomatîk lez bûye.

Wezîrê Petrolê da zanîn ku civîna yekem a di navbera şandeyên Tirkiye û Îraqê de ku 18ê meha borî li Enqereyê hat kirin gelekî berhemdar bûye û pêvajo wiha rave kir:

"Gera yekem a hevdîtinan gelekî erênî bû. Ji bo ku em şeklê dawî bidin pêşnûmepeymanê, em dê civîna duyem di demeke nêzîk de li Bexdayê pêk bînin."

Armanca 2029an: Rêjeya şewitandina gazê dê bibe sifir

Ebdulxenî behsa "gaza pê re" (flaring / gaza ku dema derxistina petrolê derdikeve) kir ku lingekî din ê girîng ê stratejiya enerjiyê ya Îraqê ye.

Wî ragihand ku wan ji bo rêlibergirtina şewitîna vê gazê gelekî rê qut kirine û got:

"Rêjeya hilberîna gaza pê re ji sedî 35an derket ji sedî 73yan. Plana dawî ya wezareta me ew e ku heta dawiya sala 2029an, em hemû gaza ku niha tê şewitandin û îsrafkirin tevlî aboriyê bikin û rêjeya şewitandina gazê (flaring) daxînin sifirê."

"Bi trilyonan dînar dê di xezîneyê de bimîne"

Ebdulxenî daneyên li ser kapasîteya rafînerî û hilberîna sotemeniyê ya li welêt jî parve kirin û diyar kir ku di warê nefta spî û mazotê de gihiştine asta têrkirina xwe.

Wezîr eşkere kir ku di hilberîna benzînê de jî rêje derketiye ji sedî 80yî û armanca wan ew e ku dawiya vê salê yan herî dereng destpêka 2026an, hawirdeya benzînê bi temamî biqedînin.

Ebdulxenî wiha destkeftiya aborî ya vê gavê kir:

"Bi saya van gavan, em dê piştrast bikin ku salane 5 heta 6 trilyon dînarên ku berê ji bo hawirdeya sotemeniyê dihatin xercin, di xezîneya dewletê de bimînin."

Li gorî daneyên wezaretê, kapasîteya giştî ya rafîneriyên Kerbela, Bêcî û Besrayê gihiştiye 460 hezar bermîlên rojane.

Ebdulxenî her wiha got ku Rafîneriya Bêcî di dîroka xwe de cara yekem dest bi hilberîna benzîna bi kalîteya 95 oktan û jor de kiriye.

Kurdistan Haberleri

PWK: Em Bangî Netewên Yekbûyî û Dewleten Cîhanê Dikin ku Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan Bicîh Bînin
Lehiyan li başûrê welêt çîrokên bi êş li pey xwe hîştin
HSD ji Şamê re: Dirûşmên komên çekdaran, bêhna rejîma Beisê jê tê
Fuad Husên: PDK israr dike ku posta serokkomariyê wergire
Xwendekarên Zanîngeha Mûnzurê: Em li zanîngehê leşkeran naxwazin