Desthilata Dadê ya Îranê ragihand ku wan kesekî din îdam kiriye ku di xwenîşandanan de li bajarê Kerecê hatibû desteserkirin.
Ajansa nûçeyan a fermî ya Desthilata Dadê ya Îranê îdamkirina girtiyê bi navê Mecîd Adîn ragihand.
Desthilata Dadê ya Îranê îdia dike ku Mecîd Adîn 9ê Kanûna Paşîn di xwenîşandanan de li Kerecê hatiye girtin.
Li gorî îdiayê, demançe, benzîn û çend amûrên din pê re bûne ku ji bo "têkdana ewlehiya" bajêr hatibûn bikaranîn.
Pişt re ji aliyê desthilatê ve bi tohmeta "hevkariya Îsraîlê", "kiryarên têkdane" û "têkdana ewlehiya giştî" cezayê îdamê lê hatibû birîn.
Piştî ku Dîwana Bilind a Dadweriyê biryara dadgehê pesend kir, serê sibehê cezayê wî hat bicihanîn.
Xwenîşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 28ê Kanûna Pêşîn a 2025an dest pê kiribû.
Li gorî amarên Ajansa Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HRANA), li bajarên cuda yên Îran û Rojhilatê Kurdistanê 53 hezar û 552 xwenîşander hatine girtin.
Desthilata Dadî ya Îranê ragihandibû ku ji bo beşek ji wan kesên hatine girtin cezayê îdamê hatiye birîn û dê cezayên wan bi lez werin bicihanîn.