Îranê ragihand ku Elî Xamineyî hatiye kuştin

.

Encumena Ewlehiyê ya Îranê kuştina Elî Xamineyî piştrast kir.

Donald Trump ragihandibû ku wan Rêberê Olî yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî kuştiye.

Daxuyaniya Encumena Ewlehiya Neteweyî ya Îranê, berê sibeha 1ê Adara 2026an (yekşem), di televizyona fermî de hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em ji gelê Îranê yê şehîdperwer re radigihînin ku Rêberê Bilind ê Şoreşa Îslamî ya Îranê Hezretî Ayetulah Xamineyî di êrişa hevbeş a Amerîkaya tawanbar û rejîma Siyonîst de şehîd bû."

Di beşeke din a daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Vî zana û mucahidî temenê xwe fedaî bilindkirina navê Îran û Îslamê kir. Înşalah ew dê bi îmam û serwerê şehîdan re were heşirkirin."

Elî Xamineyî kî ye?

Navê wî yê tevahî Seyîd Elî Huseynî Xamineyî ye û 19ê Nîsana 1939an li Meşhedê ji dayîk bûye.

Bi eslê xwe Azerî ye û xelkê bajarê Xamineyê yê parêzgeha Azerbeycana Rojhilat e.

Xamineyî xwendina olî temam kiriye û pileya wî ya merciyê olî hebû. Zewiciye û bavê 4 kur û 2 keçan e.

Ew yek ji rêberên nerazîbûnên li dijî desthilata Şahê Îranê bû.

Di serdema Şahê Îranê de di navbera salên 1963 û 1977an de gelek caran hatiye desteserkirin.

Piştî serkeftina Şoreşa Îranê ya sala 1979an bû endamê Encumena Şoreşê.

Hewla kuştinê û serokkomarî

Sala 1980yî li herêma Tehranê wekî endamê gera yekem a Parlamentoya Îranê hat hilbijartin.

27ê Hezîrana 1981ê ji hewleke kuştinê rizgar bû û ji ber wê destekî wî seqet bû.

Ji 9ê Çiriya Pêşîn a 1981ê heta 16ê Tebaxa 1989an Serokkomarê Îranê bû.

Sala 1987an bû serokê yekem ê Komcivîna Diyarkirina Berjewendiyên Komara Îslamî ya Îranê.

36 salan Rêberê Îranê bû

Ji sala 1989an ve cihê Ruhulah Xumeynî girt û bû Rêberê Komara Îslamî ya Îranê.

Dadgeha Mykonosê ya Almanyayê Xamineyî wekî yekî ji biryarderên kuştina Dr. Seîd Şerefkendî nîşan dabû.

Ew 36 salan kesê yekem ê Îranê bû û beşek ji Şîeyên welatên din jî ew wekî rêberê xwe qebûl dikir.

Kovara Forbesê ya Amerîkayê ew wekî yek ji bihêztirîn kesên cîhanê nîşan dabû.

Nivîskar bû û gelek berhem nivîsandine.

Di siyaseta derve de li dijî Rojavayê bû û baweriya wî bi hevalbendî û nêzîkbûna Rûsya û Çînê hebû.

Gefa tunekirina Îsraîlê dixwar û ragihandibû ku ew ne amade ye pêwendiyên Îran û Amerîkayê asayî bike.

Serokê Amerîkayê Donald Trump 28ê Sibata 2026an piştî êrişa Îsraîl û Amerîkayê ya li ser Îranê ragihandibû ku Xamineyî hatiye kuştin.

Kurdistan Haberleri

TEŞKÎLATA AMEDÊ YA PWKyê, ÎRO (01.03.2026) BI MINASEBETA 47EMÎN SALVEGERA WEFATA MELE MISTEFA BARZANÎ YÊ NEMIR SEMÎNEREKÊ LI DAR
Zêdetir ji 20 parêzgehên Îranê de êrîşên esmanî hatine kirin
Piştgîriya netewî ji Hevpeymaniya Hêzên Kurdistana Îranê
Sererkanê Artêşa Îranê jî hat kuştin
Kê êrişî Hewlêrê kir?