Erebistana Siûdî, Îmarat, Behreyn, Urdin û Kuweytê ragihandin ku di nava çend saetên borî de rûbirûyî êrişên nû yên mûşekî û dronî yên Îranê bûne.
Erebistana Siûdî
Wezareta Parastinê ya Siûdiyeyê daxuyand ku wan mûşekekî balîstîk û 5 dronên ku arasteyî herêma rojhilat hatibûn kirin xistine xwarê.
Wezaretê Parastinê a Siûdiyeyê li ser zirarên êrişan hûrgulî neda.
Îmarat
Wezareta Parastinê ya Îmaratê ragihand ku parastina wan a asmanî rê li ber 19 mûşekên balîstîk û 26 dronan girtiye.
Li gorî amarên wezaretê, ji 28ê Sibatê ve wan bi giştî 457 mûşekên balîstîk, 19 mûşekên krûz û 2,038 dron xistine xwarê.
Hate eşkere kirin ku di van êrişan de du leşker û karmendek mirine, her wiha 9 welatiyên sivîl hatine kuştin û 191 kes jî birîndar bûne.
Behreyn
Fermandariya Giştî ya Artêşa Behreynê diyar kir ku ji destpêka êrişan ve wan 188 mûşek û 429 dron pûç kirine.
Tenê di nava 24 saetên borî de 2 mûşek û 10 dron hatine xistin. Fermandariyê daxwaz ji xelkê kir ku ji cihên zererdîtî û tiştên gumanbar dûr bikevin.
Urdin
Rayedarên Urdinê ragihand ku wan mûşekekî Îranî yê ku arasteyî nav herêmê hatibû kirin xistiye xwarê.
Birêvebiriya Asayîşa Giştî diyar kir ku parçeyên mûşekan li çend cihan ketine xwarê lê tenê zererên madî çêbûne.
Kuweyt
Wezareta Parastinê ya Kuweytê ragihand ku di nava rojekê de 2 mûşek û 13 dronên Îranî xistine xwarê.
Hate gotin ku ji destpêka krîzê ve Kuweyt rûbirûyî 664 dron, 312 mûşekên balîstîk û 7 mûşekên krûz bûye.
Ji 28ê Sibatê ve welatên Kendavê û Urdin di bin agirê mûşek û dronên Îranê de ne.
Di van êrişan de zerer gihîştiye balafirgeh, bender û avahiyên sivîl.
Tehran îdia dike ku ev êriş wekî bersiva "destdirêjiya Amerîka û Îsraîlê" ne û tenê baregehên Amerîkayê dikin armanc.