Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin

.

 Îranê ragihand ku wan ji bo birêvebirên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên wekî PDK-Î, Komele, PAK û PJAKê ji Interpolê bultena sor derxistiye û daxwaza radestkirina wan ji welatên wekî Îraq, Belçîka, Almanya, Fransa û Swêdê kiriye.

Li gorî daxuyaniya Îranê, li ser 60 birêvebirên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î), Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê (Komele), Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) biryarên dadgehê hatine dayîn û ji Interpolê bultena sor û daxwaza radestkirinê hatiye derxistin.

Hat îdiakirin ku ev daxwaz "di encama gelek giliyên qurbaniyên ku ji çalakiyên wan partiyan zerer dîtine de" pêk hatiye.

Hat diyarkirin ku daxwaza radestkirina wan kesên ku bultena sor ji bo wan hatiye derxistin ji welatên ku lê dijîn ên wekî Îraq, Belçîka, Almanya, Fransa û Swêdê re hatiye şandin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên Îranê dane, di nav wan 60 kesên ku bultena sor ji bo wan hatiye derxistin de Serokê PAKê Husên Yezdanpena, Serokê Komeleyê Ebdullah Muhtedî û birêvebirên PJAKê Emîr Kerîmî û Siyamend Muînî jî hene.

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand