Li Îranê 2 jinên Kurd ên bi navên Neda Dedecanî û Setayiş (Bihnûş) Serabî ku par di xwenîşandanan de hatibûn desteserkirin, bi giştî bi 6 sal cezayê girtîgehê, 4 sal sirgûn û 62 qamçiyan hatin cezakirin.
Li gorî agahiyên Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, hunermend Neda Dedecanî û Setayiş Serabî yên xelkê bajarê Qurweyê yê parêzgeha Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanê ne.
Dadgeha 102yan a Cezayê ya Qurweyê bi tohmeta "têkdana pergal û aramiya giştî" ji bo her yekê salek cezayê girtîgehê, 31 qamçî û ji bo bajarê Nîkşehrê yê parêzgeha Sîstan û Belûçistanê jî 2 sal cezayê sirgûnê birî.
Her wiha Şaxa 1ê ya Dadgeha Şoreşê ya Qurweyê jî bi tohmeta "komkirin û komploya ji bo kirina sûcên li dijî ewlehiya navxwe ya welêt" ji bo her du welatiyên Kurd cuda cuda 2 sal cezayê girtîgehê da.
Bi vî awayî ji bo her yekê bi giştî 3 sal cezayê girtîgehê, 31 qamçî û 2 sal sirgûna Nîkşehrê hat birîn.
Li gorî biryarê, dê ji bo her yekê 2 salên cezayê girtîgehê werin bicihanîn.
Neda Dedecanî û Setayiş Serabî par di dema xwenîşandanên girseyî de ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatibûn desteserkirin.
Neda Dedecanî hunermendeke şanoyê ye û wê di Festîvala 8an a Şanoyê ya Astengdaran a Herêmî de di beşa lîstika bi bûkikan de xelata juriya hilbijêr û di beşa dîzayn û çêkirina bûkikan de jî xelata yekemîn wergirtibû.
Hat ragihandin ku Dedecanî di qada şanoyê de wekî dîzaynera cil û bergan û hunermenda makyajê jî dixebite.