Îranê hişyarî da: 'Hûn dê her tiştî winda bikin'

.

 Îranê her hewldana Brîtanya, Almanya û Fransayê ya ji bo vegerandina sizayên ku di çarçoveya rêkeftina etomî ya 2015an de hatibûn rakirin, bi tundî red kir û ragihand ku mafê wan ê yasayî, siyasî û exlaqî yê vê yekê nîne.

"Bi kar bîne û her tiştî winda bike"

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî hesabê xwe yê Xê got:

"Mafê E3yê yê yasayî, siyasî û exlaqî nîne ku mekanîzmaya 'snapback'ê (vegerandina otomatîk a sizayan) bi kar bîne, her wiha gotina rast a ji bo dudiliya E3yê 'Bi kar bîne û winda bike' ye. An jî ya baştir, 'Bi kar bîne û her tiştî winda bike.'"

Welatên E3yê meha borî ragihandibû ku wan di çarçoveya Biryarnameya 2231ê ya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de mekanîzmaya "snapback"ê xistiye dewrê ku eger Îran pêbendî berpirsyariyên xwe nebe, dê di nava 30 rojan de siza werin vegerandin.

Li gorî wê peymana ku Amerîka di dema yekem a serokatiya Donald Trump de jê vekişiyabû sizayên li ser Îranê di berdêla sînordarkirina bernameya wê ya atomî de hatibûn rakirin.

Îranê piştî êrişên Amerîka û Îsraîlê yên hezîrana borî, hevkariya xwe ya li gel ajansa çavdêriya atomî ya Neteweyên Yekbûyî rawestand û Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) bi alîgiriya li dijî Tehranê tohmetbar kir.

Îranê wê demê bi navbeynkariya Umanê de bi Amerîkayê re dan û standinên atomî dikirin.

Lê Îsraîlê 13ê Hezîranê êrişeke ji nişka ve bir ser Tehranê û cihên leşkerî, atomî û her wiha fermandarên payebilind ên leşkerî û zanayên atomê kirin armanc.

Tehranê bi mûşek û dronan bersiv da êrişan, di heman demê de Amerîkayê jî sê cihên atomî yên Îranê bombebaran kirin.

Pevçûnan 12 rojan ajot û agirbest 24ê Hezîranê bi sponsoriya Amerîkayê ket meriyetê.

Rojava dixwaze ku Îran vegere ser dan û standinên li ser paşeroja bernameya xwe ya atomî û her wiha teftîşên navneteweyî yên li tesîsên xwe qebûl bike.

Rojhilta Navîn Haberleri

Tirkiyeyê piştî êrîşa Îsraîlê ya li Qeterê, dewriyeyên asîmanî zêde kirin
Îsrail, daxwaza seredana Macron ya ji bo Îsraîlê qebûl nekir
Di teqîna li Belûcistanê de 4 kes mirin û 17 kes birîndar bûn
Sûdanî tekezî li hevkariya bi DYA re kir
"Tiştê li Xezzeyê dest pê kir, divê li Xezzeyê biqede"