Îranê êrişî baregeheke Amerîkayê kir

.

 Supaya Pasdaran a Îranê berê sibehê ragihand ku wan li baregeheke asmanî ya Amerîkayê xistiye.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Mehrê, Pasdaran angaşt kiriye ku ev baregeh ji bo êrişeke li ser birca ragihandinê ya li Girava Sîrîkê hatiye bikaranîn.

Girava Sîrîkê li parêzgeha Hurmizganê ya li başûrê Îranê ye.

"Me baregeh ji nav bir"

Supaya Pasdaran di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku Hêzên wan ên asmanî ew baregeh hedef girtiye û “tune kiriye.”

Pasdaran angaşt kir ku hêzên Amerîkayê ji wê baregehê operasyona li dijî navenda ragihandinê organîze kiriye.

Supaya Pasdaran eşkere kir ku ev êriş çend saetan piştî êrişa Amerîkayê hatiye kirin.

Her wiha hat gotin ku bi awayekî serkeftî li hemû armancên wan ên diyarkirî hatiye xistin.

Hişyariya Îranê ya ji bo Amerîkayê

Supaya Pasdaran hişyarî da ku eger êrişên din werin kirin dê bersiva wan "ji aliyê mezinahî û cure ve cuda be."

Îranê ragihand ku berpirsyariya her cure gurbûna aloziyan dê li ser milê Amerîkayê be.

Heta niha rayedarên Amerîkayê li ser van angaştên Îranê ti daxuyanî nedane.

Girava Sîrîkê li nêzîkî Tengava Hurmizê û ku ji bo bazirganiya cîhanê xwedî giringiyeke stratejîk e.

Kurdistan Haberleri

Mesrûr Barzanî li ser pirsgirêka benzîn, elektrîk, meaş û avakirina hikûmetê daxuyanî da
PWK li Swêdê beşdarî behî û merasima pakrewanên pêşmergeyên Komeleya Şoreşger ya Zahmetkêşên Kurdistanê bû
YNK û PDK li Hewlêrê civiyan
Çekdarê ku keziya şervana Kurd birîbû di xwenîşandanekê de derket holê
Daxuyaniya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ên Kurdistana Îranê li ser Rojeva Siyasî ya Kurdistan, Îran û Herêmê