Îranê di zîndanên Reşt û Sari de 4 kesan îdam kir

.

4 kesên bi navên İman Afşari, Hadi Gerousi, Mehdi Babaei û Abbasali Cihangiri ku dadgehê cezayê îdamê dabû wan, di zîndanên Reşt û Sari de hatin îdam kirin.

Her 4 kesên navborî, ji aliyê daraza Îranê de bi sedema firotina maddeyên hişbir û kuştina mirovan cezayê îdamê dabûn wan.

Li gor ragihandina Hengawê; di roja 16ê Temmûza 2025an de roja Çarşemê di wexta siba de her 3 kes ên bi navên Hadi Gerousi (28), Mehdi Babaei (31) û Peyman Afşari, li bajarê Reştê li zîndana Lakanê hatin îdam kirin. Di dozekî dinê de serê siba 13ê Temmûzê, li eyaleta Gulistanê li Gorganliyê Abbasali Cihangiri (40) li zîndana Sariyê hat îdam kirin.

Li Îranê ne şerte kesekî di ser sûcekî de bigrin. Tenê şahidekî derewîn ji bo biryara dadgehê bes e. Li Îranê kesên ceza distînin an tên îdamkirin, bi sûcên meddeyên hişbir û casûsiya Îsraîlê tên cezakirin.

Kurdistan Haberleri

Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle
Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne