Îranê cezayê îdamê yê 5 girtiyên Kurd betal kir

.

 Dîwana Bilind a Dadweriyê ya Îranê, cezayê 11 caran îdamê yê pênc girtiyên siyasî yên xelkê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê betal kir û dê careke din li ser dosyeyên wan biryar bê dayîn.

Şaxa Yekem a Dadgeha Şoreşê ya Urmiyeyê havîna îsal sê caran cezayê îdamê li Rizgar Beygzade Babamîrî, sê caran li Elî Qasimî, du caran li Pêjman Sultanî, du caran li Kawe Salihî û carekê jî li Teyfûr Selîmî birîbû.

Parêzerê Rizgar Beygzade, Osman Muzeyen ji Rûdawê re ragihand ku wan li Dîwana Bilind a Dadweriyê ya Îranê îtiraz li biryarê kiriye û Şaxa 39an a Dîwana Dadweriyê biryara hilweşandina cezayî daye.

Wî parêzerê Kurd got ku di dosyeya darizandin û cezakirina wan kesan de li Dadgeha Urmiyeyê gelek kêmasiyên yasayî hene û ew di dema lêpirsînê de jî ji mafên xwe yên yasayî bêpar mane.

Li gorî yasa û rêkarên desthilata dadwerî ya Îranê, eger Dîwana Bilind a Dadweriyê cezayekê hilweşîne, dosye ji bo şaxeke din a heman astê ya wê dadgehê tê şandin.

Li gorî vê yekê, dê dosyeya wan pênc girtiyan li şaxeke din a Dadgeha Urmiyeyê (ji bilî Şaxa Yekem) ji nû ve bê dîtin.

Hefteya borî, Dadgeha Pêdaçûnê ya Urmiyê, biryara bêsûcbûnê ya her pênc tometbaran a di tohmeta “fînansekirina terorê bi rêya dabînkirina dermanan ji bo neraziyan” de dabû.

Ji bilî cezayê îdamê, cezayê 10 û 15 salan zîndanê jî li wan pênc girtiyan hatiye birîn.

Ew pênc girtî, li gel 8 kesên din meha Nîsana 2023yan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibûn desteserkirin û bi “çalakiya li dijî desthilata Îranê”, “endamtiya partiyên dijberî Komara Îslamî”, “hevkarîkirina bi Îsraîlê re” û “desthebûna di kuştinê de” hatibûn tometbarkirin.

8 kesên din jî bi cezayê girtîgehê û cezayê pereyan hatibûn cezakirin.

Kurdistan Haberleri

PWK: Em Êrîş û Qetlîamên Dewleta İranê Rûreş Dikin
Xidir Ûso: Me ji ber şermezar kirina qetlîama Siwasê ya Madimakê ceza xwar, lê qatilan ceza nexwarin
Civîneke lûtkeyê ya partiyên siyasî tê lidarxistin
Dadgehê cezayê îdamê yê 'Celadê Kurdan' pesend kir
Kovara Vînê bi hejmara xwe ya nû derket