Îranê cezayê îdamê bi ser girtîyekî sîyasî yê Kurd de sepand

Îranê bi tometa endambûn di partîyeke Kurdî de û alîkarkirina wê partîyê, cezayê îdamê û 13 sal zindan bi ser girtîyê sîyasî yê Kurd, Saman Kerîmî de sepand.

Navenda Nûçeyan - Li gor çavkanîyên xwecihî, Dadgeha Şoreşê ya bajarê Sine li Rojhilatê Kurdistanê bi tometa endambûn di Partîya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) de û alîkarkirina wê partîyê, ew ceza bi ser Saman Kerîmî de sepandîye.

Saman Kerîmî xelkê navçeya Bane ya ser bi parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ve ye û di 10ê Gulaha sala 2018an de ji alîyê hêzên Îtilaata Supaya Pasdaran ve hatibû girtin.

Rêxistina Hengaw bo Mafên Mirovan ragihandîye, ew girtîyê sîyasî yê Kurd piştî êrîşa li ser binkeya hêzên hikûmeta Îranê ya li gundê Zerwaw a Baneyê hatîye girtin û niha li zindana Sineyê dimîne.

Di 10ê Gulana 2018 de li navçeya Bane ya Rojhilatê Kurdistanê êrîşek li dijî hêzên Îranê hatibû encamdan.

Bazên Zagrosê ku grûpeke nêzîkî Partîya Demokarata Kurdistana Îranê ye, berpirsatîya êrîşa ser hêzên Îranê ya di Gulana 2018an de lix we girtibû.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Îran ji kuştin û girtina Kurdan têr nabe
Amerîkayê êrişî 3 tesîsên nukleerî yên Îranê kir
Serokwezîrê Brîtanyayê: Nabe ku Îran çekên atomî çêke
Ji Hikûmeta Iraqê daxuyaniya êrîşa Amerîka ya ser Îranê
Li Tehranê şer di navbera hêzên ewlehiyê û komeke çekdar de çê bû