Îranê cezayê bidarvekirinê yê 2 ciwanên Kurd pejirand

.

 Dadgeha Bilind a Îranê biryara Dadgeha Şoreşê ya Mehabadê ya ji bo bidarvekirina 2 ciwanên Kurd pesend kir.

Ew ciwan ji Bokanê ne û piştî xwenîşandanên sala 2022yan hatibûn desteserkirin.

Rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku cezayê bidarvekirinê yê wan her du ciwanan ji aliyê Dadgeha Bilind a Îranê ve hatiye piştrastkirin.

Li gorî agahiyan, Reûf Şêx Merûfî û Mihemed Ferecî doh ji vê biryarê hatine agahdarkirin.

Ew her du ciwan niha li Girtîgeha Navendî ya Bokanê girtî ne.

Cuda cuda derketibûn pêşberî dadwer

Reûfê 23 salî 26ê Kanûna Pêşîn a 2022yan hatibû desteserkirin.

Her wiha Mihemedê 24 salî jî 21ê Sibata 2023yan hatibû desteserkirin.

Ew payîza îsal cuda cuda derketibûn pêşberî dadwer.

Şaxa Yekem a Dadgeha Şoreşê ya Mehabadê cezayê bidarvekirinê dabû wan her du ciwanan.

Ew bi tohmetên "dijminatiya li hemberî Xwedê" û "derxistina fitne û fesadiyê ya li ser rûyê erdê" hatibûn cezakirin.

Îran li cîhanê duyem e

Îran yek ji wan welatan e ku salane herî zêde cezayê bidarvekirinê hene.

Rêxistinên mafên mirovan ku Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) jî di nav wan de ye radigihînin ku piştî Çînê Îran ew welat e ku herî zêde cezayê bidarvekirinê lê pêk tê.

Li gorî amarên Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (HRANA), ji destpêka sala 2025an heta dawiya salê li Îranê hezar û 922 kes bi tohmetên cuda hatine bidarvekirin.

Kurdistan Haberleri

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK): Em Ava Kirina “Hevpeymanîya Hêzên Sîyasî yên Kurdistana Îranê” Pîroz Dikin
Koşka Spî careke din kandîdbûna Nûrî Malîkî red kir
Xelkê Xaneqînê ji guhertina îdarî û demografîk ne razî ne
Cecilia Strad: Em ji bo parastina statuya Herêma Kurdistanê amade ne
Hesen Şerefî: Çarçoveya çalakiyên Hevpeymaniyê, hemû aliyên xebatê li xwe digre