Îranê bi dronan êrişî kampa malbatên Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê kir

.

 Rayedarekî bilind ê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) ji Rûdawê re ragihand, Artêşa Pasdaran berbanga vê sibehê bi 3 dronên Hadid-110î êrişî Kampa Azadiyê ya PDK-Îyê kiriye.

Kampa Azadiyê li nêzîkî navçeya Koyeyê ya ser bi Hewlêrê ve ye û malbatên Pêşmergeyên PDK-Îyê lê dimînin.

Kanalên Telegramê yên ku bi Artêşa Pasdaran a Îranê ve girêdayî ne êriş ragihand û vîdeoyên teqînên li Koyeyê belav kirin.

Wan kanalan îdia kir ku di êrişên bi şev de gelek dron û mûşek hatine bikaranîn.

Ev êriş, di nav kêmtirî hefteyekê de êrişa duyem e ku baregehên PDK-Îyê yên li Herêma Kurdistanê dike armanc.

"Gelek mûşek û dron derbas bûn"

Rûdawê xwest pêwendiyê bi Berdevkê PDK-Îyê re deyne lê ew ne amade bû bersivê bide.

3 niştecihên Koyeyê ji Rûdawê re piştrast kir ku êriş bi şev hatine kirin.

Kesekî ji wan ragihand ku demjimêr 02:01ê "gelek mûşek û dron di asmanê Sengeserê re derbas bûne".

Bajarokê Sengeserê li bakurrojhilatê Koyeyê û li nêzîkî sînorê Îranê yê Herêma Kurdistanê ye.

Pêşmergeyek birîndar bûbû

Pêncşema borî jî Îranê bi 3 dronan êrişî baregeheke PDK-Îyê ya li gundê Dêlêziyan ê yê navçeya Soranê ya parêzgeha Hewlêrê kiribû.

Li gorî zanyariyên ku 2 çavkaniyên ewlehiyê dane Rûdawê, di wê êrişê de Pêşmergeyek birîndar bûbû.

Rayedarekî PDK-Îyê jî ew êriş piştrast kiribû.

Zêdetirî 1000 mûşek û dron

Li gorî amarên Rûdawê, Artêşa Pasdaran û mîlîsên Îraqî yên ser bi wê ve ji 28ê Sibatê ve bi zêdetirî 1000 mûşek û dronan êrişî Herêma Kurdistanê kiriye.

Amerîka û Îsraîlê 28ê Sibatê li dijî Îranê dest bi êrişên asmanî kiribû.

Partiyên Rojhilatê Kurdistanê bi piranî xwe ji şerê di navbera Îran û Amerîka û Îsraîlê de didin alî.

Tevî vê yekê jî baregeh û cihên wan ên niştecihbûnê yên li Herêma Kurdistanê gelek caran rastî êrişan tên.

Serkirdeyên Kurd gelek caran tekez kir ku Herêma Kurdistanê ne aliyekî vî şerî ye.

Lê dîsa jî, hêzên Pêşmergeyan ên Herêma Kurdistanê û cihên sivîlan rastî êrişan tên.

Cihên rûniştinê yên berpirsên bilind ên wekî Serok û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî di nav wan cihên sivîl de ne ku hatine armanckirin.

Kurdistan Haberleri

Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin
Parlamentoya Kurdistanê tê aktîvkirin
Îranê cezayê îdamê da Mahbûbe Şebaniyê