Îranê banga derxistina çekdarên tundrew ên Sûrî ji Qerebaxê kir

.

Piştî ku doh Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku komeke çekdar a Sûrî ku bi ser Tirkiyê ve ye, li Qerebaxê dimîne ji Îranê jî bangewazî hat.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Xatîbzade, agirbesta li Qerebaxê wekî gaveke gelekî bibandor nirxand û li ser hebûna çekdarên tundrew (mebest çekdarên ji Sûriyê çûne) ev bangewazî kir:

“Em bang dikin ku komên tundrew bilez ji Qerebaxê werin derxistin. Ti hinceteke mayîna wan tune ye. Dibe ku agirbesta li Qerebaxê aloziyê çareser neke. Lê dîsa jî gaveke bi bandor e.”

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Rêberê Şîe bangî Kurd û Suniyan kir: Ji Amerîkayê bawer nekin
Fuad Husên û Hakan Fidan xurtkirina pêwendiyan gotûbêj kirin
Fîdan û berpirsên Îraqê civiyan: Çekdanîn û mijara Şingalê hatin gotûbêjkirin
Bexda û Şamê li hev kir: Ji bo ewlehiya sînor komîsyoneke hevpar tê avakirin
Fermandarê CENTCOMê: Komên çekdar ên Îraqê mûçeyên xwe didin Îranê