Îranê aktîvîstê siyasî Ruhullah Zem îdam kir

.

Dadweriya Îranê ragihand, aktîvîstê siyasî û xwedanê kanala telegram ya “AmadNews” Ruhullah Zem hat bidarvekirin.

Li gorî medyaya Îranê û bi gotina berpirsên dadweriya Îranê, îro danê sibê aktîvîstî siyasî û xwedanê kanala telegramî ya “AmadNews”, Ruhullah Zem hat bidarvekirin.

Ruhullah Zem, par payîzê dema serdana paytexta Iraqê, Bexdayê kiribû, ji aliyê îstixbarata Iraqê ve hatibû girtin û teslîmî Îranê hatibû kirin.

Dadweriya Îranê jî, bi tohmeta ku Zem bo hilweşandina rêjîmê kar kiriye û bûye casûsê Îsraîl û Amerîka, ew bi îdamê mehkûm kiribû. Dîwana bilind ya dadweriya Îranê jî çar roj berê fermana îdama wî aktîvîstê Îranê pesend kiribû.

Ruhullah Zem, li Parîsê dijiya û bi damezirandina kanala telegramî ya AmadNews, neyartiya rêjîma Îranê dikir.

Zem 43 salî û xelkê bajarê Rêy yê Îranê bû.

Rojhilta Navîn Haberleri

Rêberê Şîe bangî Kurd û Suniyan kir: Ji Amerîkayê bawer nekin
Fuad Husên û Hakan Fidan xurtkirina pêwendiyan gotûbêj kirin
Fîdan û berpirsên Îraqê civiyan: Çekdanîn û mijara Şingalê hatin gotûbêjkirin
Bexda û Şamê li hev kir: Ji bo ewlehiya sînor komîsyoneke hevpar tê avakirin
Fermandarê CENTCOMê: Komên çekdar ên Îraqê mûçeyên xwe didin Îranê