Hat ragihandin ku desthilata Îranê li girtîgehên Kirmaşan û Mehabadê 3 girtiyên Kurd îdam kirine.
Li gorî çavkaniyên nûçeyan ên Rojhilatê Kurdistanê, îro berê sibehê girtiyên Kirmaşanî Saman Îbrahîmî û Elî Şehbazî li Girtîgeha Dîzabadê ya Kirmaşanê hatine îdamkirin.
Her wiha girtiyê bi navê Ebdulqadir Resûlî jî li Girtîgeha Mehabadê hatiye îdamkirin.
Rê neda malbatên wan
Hat diyarkirin ku berî îdamkirinê, birêvebiriya girtîgehê rê neda ku her sê girtî cara dawî malbatên xwe bibînin.
Amarên îdamê yên li Îranê
Li gorî rapora salane ya li ser rewşa mafên mirovan a li Îranê, tenê di nava 12 mehên dawî de herî kêm 2 hezar û 488 kes hatine bidarvekirin.
Di nav kesên ku hatine îdamkirin de 63 jin û 2 zarok jî hene.
Cezayê îdamê yê 13 kesan jî li ber çavên xelkê hat bicihanîn.
Her wiha di nava 12 mehên dawî de ji bo 130 girtiyên din jî biryara îdamê hatiye dayîn.