Îranê 17 sîxûrên Amerîkayê girt!

Wezareta Îtilaata Îranê ragihand, hêzên wê wezaretê 17 sîxûrên dezgeha îstixbarata Amerîkayê (CIA) desteser kirine.

Wezareta Îtilaata Îranê ragihand, hêzên wê wezaretê 17 sîxûrên dezgeha îstixbarata Amerîkayê (CIA) desteser kirine.
 
Li gor ajansa Tasnim a ser bi Artêşa  Pasdaran a Îranê ve, Rêveberê Giştî yê Dije Sîxûrî li Wezareta Îtilaata Îranê ragihandiye, wan 17 sîxûrên CIA ya Amerîkayê desteser kirine.
 
Rêveberê Giştî yê Dije Sîxûrî li Wezareta Îtilaata Îranê herwiha daye xuyakirin, biryar li ser wan 17 sîxûrên Amerîkayê hatiye dan û hinek ji wan dê bi tohmeta “fesadkarê li ser erdê” bêne bidarvekirin.
 
Li Îranê, navnîşanên weke “fesadkarê li ser erdê” yan “dijatiya li gel Xweda” weke tawanên fermî tên hesibandin û cezayê wan tawanan jî bidarvekirin e.
 
Duh Yekşemiyê Wezîrê Îtilaata Îranê, Mehmûd Elewî li Tehranê piştî civîna kabîneya hikûmeta wî welatî ragihandibû, hêzên Îtilaatê çend kes ku ji bo Amerîkayê û welatên biyanî re sîxûrî dikirin, desteser kirine.
 
Mehmûd Elewî diyar kiribû ku wan kesan li hin cih û navendên giring û hestyar ji bo Amerîkayê sîxûrî kirine.
 
Elewî herwiha dabû xuyakirin, kesên ku hatine girtin, bi karê xwe yê sîxûrê îtîraf kirine û roja Duşemiyê dê li televîzyona fermî ya dewletê danpêdanên wan bihê weşandin.

Rojhilta Navîn Haberleri

PWKyê Li Amed, Mêrdîn û Batmanê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî Pîroz Kir
PWK li Amedê beşdarî civîna çapemenîyê ya Komeleya Şêx Seîd bû
Putin ji Ehmed Şer re got: Me her tim yekparçeyiya axa Sûriyeyê parastiye
Çendîn welatan firîna balafirên xwe û serdana xelkê xwe bo Îranê ragirtin
Macron, Starmer û Merz derbarê xwenîşandanên li Rojhilat û Îranê daxuyaniyeke hevpar da