Îran û Tirkiyê li hev kir: Li dijî terorê bi hev re têbikoşin!

Cîgirê Wezîrê Navxwe yê Îranê Husên Zulfîkar, pirtî peymana digel Tirkiyê daxuyanî da û got li cihên ku pêdivî pê hebe, Îran û Tirkiyê, li dijî rêxistinên terorê operasyonên hevpar dê pêk bînin.

Sêyemîn civîna grûpa karê hevbeş a Tirkiye-Îranê li Tehran a paytexta Îranê hat lidarxistin û di çarçoveya vê civînê de, herdu welatan rêkevtineke ewlehiyê îmza kirin.

Cîgirên Wezîrên Navxwe yê herdu welatên Îran û Tirkiye, Hisên Zulfîkar û Muhterem İnce, peymanek îmze kir.

Li ser pirsekê gelo operasyonên hevbeş PKKê jî li xwe digirin, Zulfîkar got: “Operasyon li çi cihekî pêwîst bike tên kirin. Hemû kesên dibin sedema nearamî û di nav rêxitinên terorê de cîh digirin li xwe digire. Serdema çalakiyên çekdarî derbas bûye. Her kesek dixwaze tiştekî bibêje divê bi çalakiyên siyasî bîne ziman.”

Di daxuyaniya xwe de Hisên Zulfîkar da xuyakirin ku li gor vê peymanê, herdu welat, li cihê ku pêdivî pê hebe, operasyonên hevpar li dijî rêxistinên terorê dê pêk bînin û hê bileztir û hê zêdetir agahiyên îstîxbarî bi hev re parve bikin.

Cîgirê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Muhterem İnce jî da xuyakirin ku herdu welatên Îran û Tirkiye têkoşîna xwe ya li hember terorê, koçberiya ne birêkûpêk, kolberiya bi her cureyî hevperiya xwe bi awayekî xurttir û bileztir bidomîne.

Rojhilta Navîn Haberleri

Îranê mercên dan û standinên bi Amerîkayê re eşkere kirin
PWKyê Li Amed, Mêrdîn û Batmanê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî Pîroz Kir
PWK li Amedê beşdarî civîna çapemenîyê ya Komeleya Şêx Seîd bû
Putin ji Ehmed Şer re got: Me her tim yekparçeyiya axa Sûriyeyê parastiye
Çendîn welatan firîna balafirên xwe û serdana xelkê xwe bo Îranê ragirtin