Di demekê de ku Serokê Amerîkayê radigihîne ku Îran li ser pişkinîna herdemî ya bingehên wê yên atomî ji aliyê tîmên navdewletî ve razî bûye, Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê berevajiya vê yekê eşkere dike û dibêje, tu planeka wan nîne ku rêyê bide bo pişkinîna bingehên wê yên ku rûbirûyî êrîşên esmanî bûne.
Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Kazim Abadî îro (Çarşem, 24ê Hezîrana 2026ê) ragihand ku tu planeka wan nîne rêyê bidin ku tîmên navdewletî bigihin wan bingehên atomî yên ku rûbirûyî êrîşên esmanî bûbûn.
Wî berpirsê Îranî diyar jî kir ku tevî daxwaza Rêveberê Giştî yê Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomê, wan tu civîn li Swîsreyê nekirine. Herwesa tekez jî kir ku pirsa pişkinîna bingeh û madeyên atomî nayê behskirin, tenê heke di çarçoveya lihevkirineka dawiyê de be.
Daxuyaniyên Rafael Grossi û Donald Trump
Ev helwesta tund a Îranê di demekê de ye ku Rêveberê Giştî yê Ajansa Navdewletî ya Hêza Atomî (IAEA) Rafael Grossi duhî (Sêşem, 23ê Hezîrana 2026ê) di daxuyaniyekê de diyar kiribû ku ew dê di demeka nêzîk de li gel aliyê Îranî dest bi danûstandinan bikin, bo diyarkirina dema durist a pişkinînan û rêkxistina karên tîmên teknîkî. Herwesa gotibû: "Pişkinîna dezgehên atomî yên Îranê di zûtirîn dem de bo her aliyekî pêngava herî baş e."
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump jî ji aliyê xwe ve di peyamekê de li tora civakî ya “Truth”ê ragihand; tevî piropaganda û nûçeyên şaş ên medyayê bo biçûkkirina serkeftinên Waşintonê, Îran bi temamî razî bûye ku di paşerojê de di astê herî bilind de pişkinîn bo dezgehên wê yên atomî bo herdem bê kirin.
Trump herwesa got: “Ev pêngav piştrastiyê dide destpakiya atomî û bêyî vê razîbûna Tehranê, tu nîqaşek di navbera wan de nedihat kirin. Trump tekez jî kir ku wî biryar daye ku Tengava Hurmizê vekirî bimîne û dorpêça deryayî rake, lê hêzên deryayî yên Amerîkayê dê li cihên xwe bimînin, bo her îhtîmaleka dubare sepandina dorpêçê, herçend e ew li wê bawerê ye ku ew yek rû nade.