Îran: Rewşa aborîya me ji dema şerê Iraq-Îranê xerabtir e

Wezîrê Petrolê yê Komara Islamî ya Iranê Namdar Zengene, diyarkir ku: “Dorpêçên niha liser Îranê hatine sepandin, girantirîn dorpêçên dîrokê ne û rewş ji dema şerê Iraq-Îranê girantir e”.

Wezîrê Petrolê yê Komara Islamî ya Iranê Namdar Zengene, diyar kir ku: “Dorpêçên niha liser Îranê hatine sepandin, girantirîn dorpêçên dîrokê ne û rewş ji dema şerê Iraq-Îranê girantir e”.

Zengene ji Ajansa Nûçeyî ya Meclisa Îranê ICANA re axifî û li ser dorpêçên Amerika beramberî Îranê nirxandinên xwe ragihandin.

Li gor Zengene: “Rewşa îroyîn ji ya dema şerê bi Iraqê re di navbeyna salên 1980-1988an de girantir e. Wê demê Îranê dikarîbû petrol xwe bifroşe, keştîyên patrolê peyda bike û bi bawer be ku dê pereyên petrol firotin e, bi dest bixin. Lê îro di firotina petrolê, wergirtina pereyên wê, peydakirina keştîyên petrolê û kirîna keresteyan re bi alozîyên mezin re berbiçav in. Ev dorpêç ji yen berê hemûyan dijwartir e. Ev yek nîşana wê ye, ku Îran bi şerek giran re berbiçav e. Lê gelek alî giranîya vê rewşê tênegihiştin e”.

Rojhilta Navîn Haberleri

Îran: Peymana bi Amerîkayê re îro nayê îmzekirin
Tehran tevlihev bû: Li Îranê krîza peymana bi Amerîkayê re û bangên îstifayê
Sûriye dixwaze bibe alternatîva Tengava Hurmizê
Li Mêrdînê pêşangeha alternatîv a pirtûkên Kurdî hat vekirin
Îran bi lezgînî tunelên xwe yên mûşekan nûjen dike