Wezareta Karên Derve ya Îranê ragihand ku ew dê îro li gel Amerîkayê peymanê îmze nekin lê egera îmzekirina wê di rojên pêşiya me de heye.
Wezaretê destnîşan kir ku ev peyman tenê ji bo diyarkirina xetên giştî yên wan mijaran e ku ji bo bidawîkirina şer nakokî li ser wan hene.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî li parêzgeha Hemedanê di konferanseke rojnamegeriyê de axivî.
Beqayî got, "Ev peyman di navbera Îran û Amerîkayê de peymana dawî nîne.
Ew peymanek e ku xetên giştî yên mijarên nakok ji bo biryardayîna li ser bidawîkirina şer destnîşan dike."
"Pirsa nukleerê dê nav 60 rojî de were gotûbêjkirin"
Beqayî derbarê naveroka peymanê agahî dan û got:
"Peymana Îslamabadê ku niha em li serê lêkolîn dikin, di vê qonaxê de tekezî li ser bidawîkirina şerê li hemû eniyan dike ku Libnan jî di nav de ye.
Di vê qonaxê de biryar hatiye dayîn ku qala pirsa nukleerê neyê kirin.
Lê biryar e di nav 60 rojan de li ser pirsa nukleerî gotûbêj bên kirin."
Îsmaîl Beqayî li ser dema îmzekirina peymanê jî da zanîn ku peyman roja yekşemê nayê îmzekirin.
Lê wî egera pêkhatina vê yekê ya di rojên pêşiya me de dûr nedît.
Beqayî anî zimên ku ji ber nearamiya aliyê beramber, divê ew di her daxuyaniyê de bi hûrgilî û baldarî tevbigerin.
Trump gotibû dê îro were îmzekirin
Ev daxuyaniyên Wezareta Karên Derve ya Îranê di demekê de ne ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandiye, peyman dê îro bê îmzekirin.
Li gorî daxuyaniya Trump, dê Tengava Hurmizê yekser li ber hemû keştiyan bê vekirin.
Li aliyê din, Ajansa Nûçeyan a Farsê ya Îranê belav kir ku Îranê hîn biryara dawî li ser metna peymanê ya ku hatiye pêşniyarkirin nedaye.