Îran | Ji destpêka 2025an ve hezar û 313 kes hatin darvekirin

.

Kampanyaya ‘Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re’ ku ji aliyê girtîyên girtîgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê ve hatiye avakirin, vê hefteyê jî derbarê rewşa darvekirinên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de amarên nû belav kirin.

Li gorî kampanyayê ji serê sala 2025an û vir ve hezar û 313 kes li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine darvekirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku cezayê darvekirinê bi ser girtiyê siyasî Reza Ebdal hatiye sepandin. Li gorî kampanyayê girtiyên bi navê Îhsan Efrişte û Mehdî Ferîd jî girtîgeha Evîn ji bo cihek nediyar hatiye veguhestin û metirsiya bicihanîna cezayê darvekirinê li ser wan heye.

Herwiha hate diyarkirin ku rejîma Îranê cezayên darvekirinê zêde kiriye û hewl dide hemû dengên azad qut bike.

Siyaset Haberleri

Kurd di berzexa şer û lihevhatina sar a Amerîka û Îranê de
Çarçoveya Hevahengiyê namzedê Serokwezîriyê diyar kir
Amerîkayê hişyarî da welatiyên xwe: Di ser Îraqê re nefirin
Almanyayê notaya protestoyê da Rûsyayê: Gefên we me natirsînin
Partiyên Şî’a car din nikaribûn namzedê xwe destnîşan bikin