Îran îznê da Ajansa Atomî ya Navdewletî da seredana Tehranê bike

.

 Îranê îznê da heyeta teknîkî ya Ajansa Atomî ya Navdewletî da seredena Tehranê bike. Cîgirê wezîrê kar û barên derve yê Îranê Kazim Garibabadi ragihand ku wê heyeta teknîkî ya UAEAyê di nav 2 an 3 hefteyan de Tehranê ziyaret bike lê dê heyet seredana tesîsan neke.

Kazım Garibabadi ji bo tevî civînên Neteweyên Yekgirtî bibe li bajarê New Yorkê li ser hevkariya ji nû de ya bi UAEA re, ji bo rojnamevanan şiroveyan kir. Garibabadi, got ku dişertên niha de pêdivî bi hevdîtinên bi UAEA re heye û weha dewam kir:

“Di şertên nûh de wê soz çawa bên bicîhanîn, dike ku em bi ajansê re mecbûren muzakereyên nûh bikin. Ev mijar ji bo me girîng e. Me erê kir ku heyeta teknîkî ya Ajansê were Tehranê…

Îran wê dewlemendkirina ûranyûmê li gor pêdiviyên xwe bike. Pêwsite em bibin xwediyê şiyanên her pêdiviyên xwe. Di mijara wekî nîşandana niyeta qenc em ê dewlemendkirina ûranyûmê bi dilê xwe rawestînin an na de, di mijarê de tecrubeyên me yên bi êş hene. Em nikarin bi terefê sêyem bawer bikin û gavan bavêjin

Kurdistan Haberleri

Deriyê xwe ji Belçîkayê re girtibû: Cîhan pesnê qelevanê Kurd dide
JD Vance: Em dixwazin Rojhilata Navîn bi dîplomasiyê biguherînin
Şikefta Hezar Mêrd.. Cihekî ji serdema kevirî li Silêmaniyê
Netanyahu: Me rê li ber rûxandina birêvebiriya Tehranê xweş kir
Hevpeyvîn digel “Mîrza Akar” Endamê Rêveberîya Partîya Welatparêzê Kurdistan-PWK