Li dijî zêdebûna îdaman, beşek ji girtiyên Girtîgeha Qizilhîsarê ya li bajarê Kerecê yê Îranê 4 roj in di greva birçîbûnê de ne û hinekan ji wan lêvên xwe dirûne.
Girtiyên li hola duyem a girtîgehê ku hejmara wan digihêje çend sed kesan ji roja duşemê ve li dijî zêdebûna bicihanîna cezayê îdamê dest bi greva birçîbûnê kiriye.
Girtiyên di grevê de, di peyameke ku ji nav girtîgehê belav kiriye de dibêjin ku nêzîkî hezar û 500 girtiyên li Girtîgeha Qizilhîsarê cezayê îdamê li wan hatiye birîn û daxwaz dikin ku bicihanîna cezayên wan were rawestandin.
Rêxistinên mafên mirovan vîdeoya greva girtiyên Girtîgeha Qizilhîsarê belav kiriye û ji zarê girtiyan ragihandiye ku roja çarşemê komîteyeke Rêxistina Girtîgehên Îranê çûye serdana wan û daxwaz ji wan hatiye kirin ku dev ji grevê berdin.
Lê girtiyan gotiye, heta ku soza rawestandina bicihanîna cezayê îdamê ji wan re neyê dayîn, ew dev ji grevê bernadin.
3 girtiyên Kurd li Qizilhîsarê hatin îdamkirin
Ev grev di demekê de ye ku doh 3 girtiyên Kurd ên xelkê Kuhdeşta Loristanê yên bi navên Secad Hatemî, Mecîd Hatemî û Emîrreza Qubadî li Girtîgeha Qizilhîsarê hatin îdamkirin.
Berê cezayê îdamê li wan hatibû birîn û roja duşemê ji bo bicihanîna cezayê wan, ew veguhastibûn jûrên takekesî.
Girtîgeha Qizilhîsarê ya Kerecê girtîgeha herî mezin a Îranê ye.
Girtîgeh dikeve parêzgeha Elburzê lê ser bi Birêvebiriya Girtîgehên Tehranê ve ye.
Ew ji bo 5 hezar girtiyan hatiye çêkirin lê li gorî amarên nefermî, zêdetirî 20 hezar girtî tê de ne.
Amnesty: Bila endamên Neteweyên Yekbûyî zextê li Îranê bikin
Rêxistina Lêborîna Navneteweyî (Amnesty) daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku divê welatên endamên Neteweyên Yekbûyî ji bo ku cezayê îdamê were rawestandin zextê li Komara Îslamî ya Îranê bikin.
Amnestyê ragihand ku bi salan e berpirsên Îranê hewl didin îdamkirina bi sedan kesan wekî tiştekî asayî nîşan bidin lê ev kiryara hovane ya li dijî mafê jiyanê nabe ku bibe tiştekî asayî.
Amnesty her wiha diyar kir ku canê hezaran kesên din li girtîgehên Îranê di metirsiyê de ye û pêwîstî bi bersiveke cidî û hevahengiya navneteweyî heye.
Amnesty bangî hemû endamên Neteweyên Yekbûyî kir ku bi daxuyaniyeke "zelal û bihêz" û bi diyalogê li gel komîteya taybet a Îranê, helwestê nîşan bidin û " ji Îranê bixwazin ku bilez îdamkirinê rawestîne û cezayên hatine birîn betal bike".
Amnesty dawiya havînê di raporekê de ragihand ku Îranê di 9 mehên îsal de zêdetirî hezar kesî îdam kiriye.
"Hevkariya bi welat û komên dijber re, cezayê wê îdam e"
Serokkomarê Îranê doh yasaya tundkirina cezayê sîxuriyê xist meriyetê.
Li gorî vê yasayê, her cure hewleke hevkariyê ya bi Îsraîl, Amerîka yan jî her welat û komeke dijber a Komara Îslamî ya Îranê re, cezayê wê îdam e.
Yasa 23yê Hezîranê li Parlamentoya Îranê hatibû pesendkirin û Encûmena Parastina Destûrê jî 1ê mehê erê kiribû.
Di madeya yekem a yasayê de tê gotin, her cure çalakiya îstixbaratî û sîxuriyê yan jî kiryarên ji bo hikûmet û komên dijber, cezayê îdamê û destdanîna ser mal û milkên wan li pey xwe tîne.
Amerîka û Îsraîl wekî du welatên dijmin hatine destnîşankirin û Encûmena Bilind a Asayîşa Niştimanî ya Îranê xwedî wê desthilatê ye ku hikûmet û komên dijber diyar bike.
Wezareta Îstixbaratê (Îtilaat) ya Îranê jî ji bo diyarkirina torên dijber ên navxwe berpirsyar e.
Di yasayê de hatiye diyarkirin ku ji niha û pê ve firîna her cure dronan li asmanê Îranê qedexe ye û tenê dronên ku di sîstemeke taybet de hatine tomarkirin dê rê pê bên dayîn.
Ev yasa piştî şerê 12 rojan ê di navbera Îran û Îsraîlê de, ji aliyê Parlamentoya Îranê ve hat amadekirin û pesendkirin.
Tevî nerazîbûn û bertekên tund ên çalakvanên mafên mirovan, yasa kete meriyetê.