Iran: Êrîşên çekdarî li hember Meclîs û tirba Xumeynî

Parçayekê Kurdistanê di bin nîrê Îranê de ye û gelê kurd ji mafên xwe yên neteweyî û demokratîk bê par in.

Li gorî ajansên nûçeyan, li dijî Parlamentoya Îranê û tirbaya rêberê şoreşa Îranê Xumeynî  di heman demê de êrişên çekdarî pêk hatîne. Di êrişê de kuştî û birîndar hene.

Li gorî ajansan, li dijî Parlamentoya Îranê û tirba rêberê şoreşa Îranê Xumeynî êrişên çekdarî pêk hatine. Di êrişan de kuştî û birîndar hene, lê derheqê kuştî û birîndaran de agahiyên cûda hene.

​Li gor Reuterê 8 kes ketine parlamentoya Îranê û gulebaran kirine; li gor TV ya Îranê 8 kes birîndar bûne û  li gor ajansan kesek hatîye kuştin.

Herwiha de heman demê de 4 êrîşkar êrîşê turbeya rêberê Îranê Xumeynî kirine û kesek bombeya li ser xwe teqandîye.

Ajansa Nûçeyan a Tasnîmê jî di nûçeya xwe de ragihandîye ku êrişkar ji terefê hêzên ewlehî ve hatine girtin, lê ev ji alîyê rayedarên fermî ve nehatiye serastkirin.

Çavderên sîyasî dibêijin ev bûyer bi hilbijartina serokkomarî ya Îranê û bûyarên dawî ya  herêmê ve têkildar in.

Li Iranê di sala 1979ê de Xumeynî şoreşa Îslamê ya Şîayê destpêkiribû û rejim dixwaze ev li herêmê belav bike.

Parçayekê Kurdistanê di bin nîrê Îranê de ye û gelê kurd ji mafên xwe yên neteweyî û demokratîk bê par in.

Rojhilta Navîn Haberleri

Îran ji kuştin û girtina Kurdan têr nabe
Amerîkayê êrişî 3 tesîsên nukleerî yên Îranê kir
Serokwezîrê Brîtanyayê: Nabe ku Îran çekên atomî çêke
Ji Hikûmeta Iraqê daxuyaniya êrîşa Amerîka ya ser Îranê
Li Tehranê şer di navbera hêzên ewlehiyê û komeke çekdar de çê bû