Îran: Êrişa li ser mala Nêçîrvan Barzanî ne karê me bû

Konsulê Îranê diyar kir ku ew êrişên ku li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hatibûn kirin red dikin.

Konsulê Giştî yê Komara Îslamî ya Îranê yê Hewlêrê Feramerz Esedî ragihand ku di şerê dawî de ti armanca Tehranê li Herêma Kurdistanê û di nav malbata Barzaniyê de nebûye.

Konsulê Îranê her wiha diyar kir ku ew wan êrişan bi temamî red dikin ên ku li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hatibûn kirin.

Konsulê Giştî yê Îranê yê li Hewlêrê Feramerz Esedî di hevpeyvîneke taybet a bi Rûdawê re de helwesta welatê xwe ya li ser qonaxa piştî vekişîna hêzên Amerîkayê ji Îraq û Herêma Kurdistanê, têkiliyên Tehran û Hewlêrê, çarenivîsa partiyên Rojhilatê Kurdistanê û êrişên li ser Herêma Kurdistanê anî zimên.

Feramerz Esedî da zanîn ku beriya şer û di dema şer de jî ew li gel berpirsên Herêma Kurdistanê bi berdewamî di pêwendiyê de bûn û got:

"Helwesta Herêma Kurdistanê gelekî biaqilane û zana bû. Wan got ev şer ji qebareya Herêmê mezintir e û naxwazin têkil bibin an ti zerer bigihe Kurdan û Herêma Kurdistanê.

Amerîkiyan bi manewrayên leşkerî yên li nav kolanên Hewlêrê û bilindkirina balonê dixwest Herêmê tevlî şer bikin û me li dijî Hewlêrê sor bikin lê berpirsên Îranê gelekî bi hestyarî mijar bir serî."

"Ji sedî 100 ne ji aliyê Îranê ve bû"

Feramerz Esedî li ser armancgirtina mala Serokê Herêma Kurdistanê ya li Dihokê û ofîsa Serokwezîr ji Rûdawê re got:

"Ji sedî 100 ne ji aliyê Îranê ve bû. Ez wekî serkonsul yekem kes bûm di dema bûyerê de pêwendî danî û min şermezar kir.

Paşê Wezareta Karên Derve, Artêşa Pasdaran a Îranê û dezgehên din jî red kir. Sîstema ewlehiyê ya Herêmê jî zanî ku dron ji kîjan devera navxweya Îraqê hatibû avêtin.

Ti hedefa Îranê li Herêma Kurdistanê, di nav partiyên Kurd de û di nav malbata Barzaniyê de nebûye û nîne."

Konsulê Giştî yê Komara Îslamî ya Îranê yê Hewlêrê Feramerz Esedî pirsên Hîwa Cemal bersivandin:

Rûdaw: Rojbaş birêzno. Niha em li Konsulxaneya Giştî ya Îranê ya li Hewlêrê ne. Dema ji min re hat gotin ku birêz Feramerz Esedî Serkonsulê Giştî yê Îranê yê Hewlêrê dixwaze bi me re biaxive, ji bo min balkêş bû. Ji ber ku rewşa niha li gel du sal berê gelekî guheriye. Wê demê me bi hev re hevpeyvînek kiribû, çend pirsên me hebûn lê niha rewş gelekî guheriye; hem ji bo Herêma Kurdistanê, hem ji bo Îranê û hem jî ji bo herêmê. Bi taybetî piştî 30ê Îlonê ku Îraqê wekî Roja Serweriyê bi nav kir, ango piştî derketina hêzên Hevpeymanan bi serkêşiya Amerîkayê ji Îraq û Herêma Kurdistanê. Ji ber wê pêwîst e em nêrîna Îranê ya piştî derketina hêzên Amerîkayê zanibin. Her wiha li ser têkiliyên Herêma Kurdistanê û Îranê yên piştî wî şerê ku Amerîka û Îsraîlê biribû ser Îranê, rola Herêma Kurdistanê ya di rewşa niha de û rola Îranê ya li Îraq û Herêma Kurdistanê. Pir spas ku te dem da me.

Feramerz Esedî: Gelekî spas û hûn gelekî bi xêr hatin.

Rûdaw: Bila ez yekser bi vê pirsê dest pê bikim. Pirsa herî bingehîn ew e: Hêzên Amerîka û Hevpeymanan ji Hewlêr û Bexdayê vekişiyan, tê çaverêkirin ku êdî Îran êrişî Herêma Kurdistanê neke. Gelo piştî vê yekê êriş dê berdewam bikin an dê rawestin?

Feramerz Esedî: Bi navê Xwedayê mezin û dilovan. Silav û rêzên min ji bo we, hevkarên we û bînerên Tora Medyayî ya Rûdawê hene. Li ser pirsa we divê ez bi vî rengî bînim zimên; pêşî we got rola Herêma Kurdistanê çawa bû? Di vî şerî de divê ez sê helwestan destnîşan bikim: Ya yekem, Herêma Kurdistanê û berpirsên Herêma Kurdistanê, berpirsên siyasî û hikûmetê, çi beriya şer û çi jî di rojên şer de em bi hev re di pêwendiyê de bûn. Helwesta wan gelekî biaqilane û zana bû. Wan got ku ev şer ji qebareya Herêma Kurdistanê gelekî mezintir e, loma em wekî Herêm naxwazin bikevin nav vî şerî.

Mijara duyem ew guvaşa ku li ser Herêma Kurdistanê hebû û ew tevliheviyên ku beriya şer hatibûn kirin bûn. Di vê pirsê de bersiva ku Herêma Kurdistanê da ew bû ku em di vî şerî de naxwazin ti zerer bigihe Kurdan û Herêma Kurdistanê. Dîtina Herêmê ev bû lê beriya şer aloziyên mezin hatin kirin. Hûn jî şahid bûn û hemû xelkê Herêmê jî dît ku beriya destpêkirina şer ev balona Amerîkayê li asmanê Balafirgeha Hewlêrê ji bo çavdêriyê hatibû bilindkirin. Ev yek ji bo me wekî Komara Îslamî ya Îranê ku bûbûn armanc, bû cihê pirsê. Me bi awayê fermî pirsî ka mijara vê balonê çi ye û çima li ser axa we ev yek rû dide? Bi wijdanî ne Herêma Kurdistanê û ne jî Îraq ji vê mijarê agahdar bûn. Ev yek beriya şer ji aliyê Amerîkiyan ve hewleke sorkirina Komara Îslamî ya Îranê ya li dijî Hewlêrê bû.

Her wiha we dît beriya destpêkirina şer, çend hefteyan Amerîkiyan li nav bajarê Hewlêrê manewrayên leşkerî pêk anîn. Hêzên leşkerî yên ku li Sûriyeyê, li balafirgehê û li cihên din hebûn, hin rojan bi qestî di êvarên sêşemê de beriya operasyonan ji balafirgehê derdixistin û li ser Kolana 120 Metrî, Kolana 100 Metrî, riya Mesîfê û li keviya rêyan radiwestandin ku hemû xelkê dît. Me fêm kir ku Amerîkayî dixwazin nîşandanekê bikin û me li dijî Hewlêrê sor bikin.

Ji ber vê berpirsên Komara Îslamî ya Îranê pir bi aqilane mijar bi rê ve bir û ji berê de ti tevger li dijî wan nekir, ji ber ku ew li kolanên Hewlêrê li ba xelkê bûn. Eger te bixwesta wan bikî armanc, dê zerer bigihîşta Hewlêr û xelkê Hewlêrê. Di pirsa balonê de jî heman tişt bû.

Mijara din a beriya şer ku dixwestin Herêmê pê ve girê bidin ew bû ku wan komên çekdar ên Kurd ên dijberî me neçar kirin sê roj beriya şer bibin yek û li dijî Komara Îslamî ya Îranê daxuyaniyekê belav bikin. Ev di demekê de bû ku Herêmê hefteyek berê li Bexdayê li gel me peyman û hevtêgihîştin îmze kiribû ku ev kom ti çalakiya propagandayî, siyasî, çandî, civakî û leşkerî nekin. Lê karê wan ê yekem xirabkirina pêwendiya me û Herêmê bû. Ev yek bêrêzî bû li hemberî Herêmê ku hûn li Herêmê ne û daxuyaniyê didin ku her kesê êrişî Komara Îslamî bike em hevalbendê wan in. Dixwazim bibêjim hem Komara Îslamî û hem jî Herêm bi hestyariyeke mezin karî ji vî şerî derbas bibin bêyî ku bi hev re rû bi rû bibin.

Rûdaw: Spas. Beşek ji pirsa min ew bû: Gelo êrişên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê dê rawestin?

Feramerz Esedî: Binêrin, me her tim gotiye ku li Herêmê du armancên Komara Îslamî hebûn: Ya yekem Amerîkî, dagirker û hêzên artêşa Amerîkayê û berjewendiyên wan; ya duyem komên çekdar ên dijber. Ji bilî van hinek rûdanên din çêbûn ku di pirsên we yên din de hene, eger hûn bixwazin ez dikarim niha bersivê bidim?

Rûdaw: Fermo bersivê bide.

Feramerz Esedî: Di pirsên we de behsa wê yekê hatibû kirin ku mala Serokê Herêmê ya li Dihokê hatibû armancgirtin. Hûn wekî Tora Medyayî ya Rûdawê dizanin, dema ev nûçe hat ez li rê bûm, ne li Hewlêrê bûm. Ez yekem kes bûm ku wekî Serkonsulê Komara Îslamî ya Îranê pêwendî danî û min ev kiryar şermezar kir û red kir.

Piştî wê jî li Komara Îslamî ya Îranê Wezareta Karên Derve, dezgehên cuda û Artêşa Pasdaran a Îranê jî lêdana mala Serokê Herêmê şermezar kir û red kir. Her kesê ku ev kiribe, ji kêliya yekem ve me şermezar kiriye.

Rûdaw: Dema hûn şermezar dikin, tê wê wateyê ku Komara Îslamî ya Îranê nebûye?

Feramerz Esedî: Ji sedî 100 ne ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve bû, nexêr! Serokê Herêmê û sîstema ewlehiyê ya Herêmê dizanin dron ji ku hatibû avêtin.

Rûdaw: Hûn jî dizanin?

Feramerz Esedî: Belê, wê demê ji me re hat gotin ku ji navxweya Îraqê bûye, li derdora Mûsilê yan Teleferê bûye.

Rûdaw: Cihên din jî wisa ne? Wekî mînak Baregeha Barzanî û ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê?

Feramerz Esedî: Komara Îslamî ya Îranê bi fermî radigihîne û şerm nake; eger li cihekî bixe radigihîne. Komara Îslamî ya Îranê li Herêma Kurdistanê, di nav partiyên Kurd de û di nav malbata Barzanî de ti armanc nedîtiye û nîne. Wezîrê me yê Karên Derve ji kêliya yekem ve got ev lîstikeke sexte (False Flag) ye. Lêkolîna herî berfireh jî li navxweya Komara Îslamî ya Îranê hat kirin û bersiv ji bo Herêm û Îraqê hat dayîn.

Rûdaw: Naxwe ti bandora neyînî li ser têkiliyên Herêma Kurdistanê û Îranê nekiriye?

Feramerz Esedî: Xwezayî ye ku di şerekî bi vî rengî yê mezin de dibe ku li hinek cihan xeletî çêbibin lê ku Komara Îslamî ya Îranê bi zanebûn bixwaze xalekê li Herêmê bike armanc, tiştekî wisa nebûye û Herêm jî vê baş dizane.

Rûdaw: Hîn jî min bersiva pirsa xwe ya yekem wernegirtiye. Naxwe êdî ti hincet nemaye ku Îran êrişî Herêma Kurdistanê bike?

Feramerz Esedî: Dosyeyeke me ya hevbeş heye ku Îraq, Komara Îslamî ya Îranê û Herêm li ser van komên çekdar ên li Herêma Kurdistanê li hev kirine. Wan di dema şer de, beriya şer û di rojên piştî şer de jî dest ji kiryarên xwe bernedane û pêbendî sozên xwe nebûne. Hûn baş dizanin ku ev komên li vir piştî şer jî derbasî nav Îranê bûne û hinek kes kuştine û şehîd kirine. Ma ew li Herêmê bin û herin nav Îranê, welatiyên me, melayekî li gundekî an mamosteyekî şehîd bikin û em jî bêjin tiştek nebûye? Nexêr, em bi rêya polîsê navneteweyî Înterpolê, bi rêya hikûmeta Îraqê û Herêma Kurdistanê dixwazin ku heta kesê dawî yê van koman rêkar li hemberî wan bên girtin û em rûbirûyî wan bibin.

Rûdaw: Pirs li vir derdikeve: Gelo Herêma Kurdistanê agahdar bû ku ew sînor derbas dikin an bêyî agahiya wê bû?

Feramerz Esedî: Binêrin, ti carî Herêma Kurdistanê agahdar nebûye û nikare bibêje ez agahdar bûm. Tiştekî wisa ne pêkan e û ez nikarim bibêjim ev operasyon bi hevahengiya Herêma Kurdistanê bûye, nexêr ne wisa ye. Lê komek ku li Herêmê bûye, fermandarê wê ji navxweya Herêmê ve ev operasyon bi rê ve biriye. Ew kesê ku li wir tawan kiriye hatiye girtin û li xwe mikur hatiye ku ferman ji aliyê kîjan berpirsê leşkerî yê Hizba Demokrat ve hatiye dayîn.

Rûdaw: Ka em werin ser vekişîna hêzên Amerîkayê. Êdî hêzên leşkerî yên Amerîkayê li Îraq û Herêma Kurdistanê nemane. Gelo ev yek dê çi bandorê li ser têkiliyên Komara Îslamî ya Îranê û Herêma Kurdistanê bike?

Feramerz Esedî: Em jî ji vê derê pîrozbahiyê li gel û hikûmeta Îraqê û li Herêma Kurdistanê dikin ku serxwebûna xwe pîroz kirin. Ev rojeke pîroz e ji bo wan. Amerîkî bi hinceta şerê li dijî DAIŞê hatibûn nav Îraq û Herêmê. Xwezayî ye eger Amerîkî li Îraqê nebin û ji navxweya Îraqê ve êrişî Îranê nekin, ti sedem nîne Îran cîrana xwe bike armanc. Em vê rojê pîroz dibînin, çawa ku em berê bira û cîran bûn, em niha jî cîran in. Gelek hevalên me li Îraq û Herêmê gotibûn ku ev hêz demkî ne û rojekê dê biçin, spasiya Xwedê ew roj hat û çûn. Çawa ku Hacî Mehmûdê Sosyalîst got: Bila biçin stûyê wan bişike!

Rûdaw: Naxwe niha Komara Îslamî ya Îranê piştrast e ku hêzên leşkerî yên Amerîkayê li Îraq û Herêma Kurdistanê nemane?

Feramerz Esedî: Belê lê hêzên wan ên ewlehiyê û saziya CIAyê mane û alozî li cihê xwe ye.

Rûdaw: Ev jî dibe nîşana pirsekê.

Feramerz Esedî: Dema ew li dijî Komara Îslamî ya Îranê bixwazin tevgerekê bikin, ducare wekî beşek ji berjewendî û armancên Amerîkayê tên hejmartin.

Rûdaw: Berdevkê CENTCOMê di hevpeyvînekê de ji Rûdawê re got, "Êdî Pêşmerge û Artêşa Îraqê dikarin bi tena serê xwe li hemberî terorê bisekinin." Nêrîna we li ser vê çi ye?

Feramerz Esedî: Dema DAIŞ bi wê hêzê hat nav Îraqê, kî li hemberî DAIŞê sekinî? Amerîka û hevalbendên wê kengî hatin nav Îraqê? Rola wan çi bû?

Rûdaw: Tê bîra min te digot Îranê rê li ber DAIŞê girt.

Feramerz Esedî: Ez tenê behsa Komara Îslamî nakim. Hezîrana 2014an DAIŞê Mûsil û gelek bajarên din standin. Amerîka kengî hat? Kengî hevalbendî ava bû? Dema Pêşmerge, hêzên Heşdî Şebiyê, xelk, artêşa Îraqê, polîs, nobedarên sînor û Komara Îslamî hatin û rê li ber DAIŞê girtin. DAIŞ êdî nekarî bi pêş ve here. Dema ku yekem bombebarana asmanî ya Amerîkayê li ser Mûsilê çêbû, hingê DAIŞ ber bi paş ve vedikişiya. Ev vegotinên xelet Amerîkayê dikin rizgarker lê Amerîka ne rizgarkerê Îraqê bû.

Rûdaw: Niha berdevkê CENTCOMê dibêje Pêşmerge û hêzên Îraqê dikarin li dijî terorê bisekinin.

Feramerz Esedî: Berê jî her ew bûn ku li dijî terorê û DAIŞê sekinîn, ne Amerîka. Kîjan hêza Amerîkayê hat çeper çêkir û nehişt DAIŞ were pêş?

Rûdaw: Tu dixwazî bibêjî heke Îran hebe, pêdiviya Pêşmerge û artêşa Îraqê bi kesî nîne?

Feramerz Esedî: Ez ji we dipirsim, ma hêzeke wekî Pêşmerge ku zêdetirî 100 hezar kesî ye bi van hemû îmkanan, nikare li hemberî çend hezar DAIŞiyan bisekine? DAIŞ bi du hezar kesî hat Mûsil girt. Ma Îraq bi vî hemû hêzê berxwe nade li hemberî wan?

Rûdaw: Bi nêrîna te dikarîbû?

Feramerz Esedî: Ji sedî 100 dikarîbû.

Rûdaw: Hêzên Pêşmerge berê du hêz bûn (Yekeyên 70 û 80), niha yekgirtî dibin. Nêrîna Îranê li ser yekbûna Pêşmerge çi ye?

Feramerz Esedî: Ev Eniya Kurdistanî ya ku yekbûna hemû partiyên Kurdî bû, we xwendiye ka kengî dest pê kiriye?

Rûdaw: Eniya Kurdistanî beriya Raperînê bû.

Feramerz Esedî: Cara yekem bi destpêşxeriya kê bû? Li kû bû?

Rûdaw: Tu bibêje.

Feramerz Esedî: Hinek kes dixwazin xebata amadekirî bi navê xwe tomar bikin, bi taybetî Amerîka. Yekbûna YNK û PDKyê û partiyên Kurdan li navxweya Îranê û bi navbeynkariya Îranê bû. Partiyan jî rêz li nêrîna dilpak a Komara Îslamî girt û ev enî ava bû. Wê demê kes li pişt Kurdan nebû, ji ber ku Kurdan ne hikûmet, ne herêm û ne jî petrol hebû; tenê Komara Îslamî li pişt wan bû. Lewma bila kes vê bi navê xwe tomar neke.

Rûdaw: Naxwe hûn piştgiriya vê yekbûnê dikin?

Feramerz Esedî: Belê, em piştgiriyê didinê.

Rûdaw: Te behsa nêzîkbûna dîrokî ya partiyên Kurd û Îranê kir. Lê di vî şerê dawî yê Îsraîl û Amerîkayê de yê li dijî Îranê, ji aliyê Îranê û komên çekdar ên nêzîkî Îranê ve nêzîkî hezar êrişan li ser Herêma Kurdistanê hatine kirin. Dema hikûmet dibêje ti êriş ji Herêmê ve neçûye ser Îranê, çima ev êriş hatin kirin? Ma ev rewa ye?

Feramerz Esedî: Pêşî ev hejmara hezarî, ma bi rastî hezar bûn?

Rûdaw: Li gorî şopandina Rûdawê hemû yek bi yek hatine hejmartin.

Feramerz Esedî: 600 bûn, dibe ku paşê zêde bûbin. Lê eger hûn dibêjin hezar mûşek, herin bipirsin bê li kû ketine?

Rûdaw: Hinek ji wan li kampên sivîlan ketine ku xelkê asayî li wan e.

Feramerz Esedî: Sivîl li kû ne?

Rûdaw: Li Zirgiwêzê, li nêzîkî Hewlêrê, li Koyeyê.

Feramerz Esedî: Zirgiwêz û Koye cihê komên çekdar in, ne xelkê asayî ne. Ji wan cihan bernameyên li dijî Komara Îslamî tên kirin. Kesên ku tên girtin li xwe mikur tên ku em ji Komeleyê ne û bi rêya balafirgehên Herêmê çûne perwerdeyê û hatine Îsfehanê hatine girtin.

Rûdaw: Lê li gorî yasayên navneteweyî hêzên mixalefetê dikarin li welatekî din bimînin eger çekdarî nebin û sînor derbas nekin.

Feramerz Esedî: Eger hefteya borî çûn welatiyê me li mala wî şehîd kirin ev bi çi tê hejmartin? Eger di dema şer de tîman bişînin û 6 kes bên kuştin û çekên wan ji Herêma Kurdistanê bin, ev ne tevgereke leşkerî ye? Eger bi hevahengiya Îsraîlê herin navenda nukleer biteqînin ev ne kiryara terorîstî ye?

Rûdaw: Çima Komara Îslamî bi rêya peymana ewlehiyê ya bi Îraq û Herêma Kurdistanê re vê çareser nake û naxwaze ew bi xwe çareser bikin?

Feramerz Esedî: Em amade ne. Eger ev îrade li Herêma Kurdistanê û Îraqê hebe em spasiya wan dikin. Em û Herêm û Îraq heval in û ev pirsgirêk di navbera me de heye, werin em bi hev re çareser bikin. Çend sal in em diaxivin lê bi sozên vê mehê û wê mehê tenê demê winda dikin.

Rûdaw: Hûn amade ne rûnin?

Feramerz Esedî: Em ji bo civînên Komîteya Bilind a Ewlehiyê ya Hevbeş amade ne lê ne bi wê yekê ku du mehan an şeş mehan demê dirêj bikin. Pêwîst e em werin pêş û vê pirsgirêkê çareser bikin.

Rûdaw: Te behsa mala Serokê Herêma Kurdistanê kir lê te behsa êrişa li ser Baregeha Barzanî û ofîsa Serokwezîr nekir.

Feramerz Esedî: Dema ofîsa Serokwezîr ragihand ku bûye armanc, min bi xwe xwest em biçin delîlan bibînin lê heta bersiv dan dirêj kir. Lê ji kêliya yekem ve Wezîrê me yê Karên Derve ew şermezar kir û got ev karekî "nebiaqilane" ye. Ti ferman ji ti berpirsê Îranê ji bo lêdana wî cihî derneketibû û ti kesî ji Îranê ev qebûl nekir û nekiribû.

Rûdaw: Ka em werin ser mijara dan û standinê. Çima dan û standin di navbera we û partiyên Kurdên Rojhilat de nayê kirin? Gelo Îran amade ye li gel wan rûnê da ku bi aştî bi dawî bibe?

Feramerz Esedî: Ti welat li gel kujerên gelê xwe dan û standinê nake. Komara Îslamî ya Îranê dê li gel kê rûnê?

Rûdaw: Lê ew xwedî hêz in.

Feramerz Esedî: Eger ew di nav xelkê Herêmê de xwe veneşêrin, ti hêza wan nîne. Hûn ji dîroka PDKyê bipirsin ka çawa di sê rojan de ji Urmiyeyê heta Şinoyê ew derxistin. Lê Komara Îslamî dibêje ew kesên dixwazin vegerin welêt bila vegerin. Wekî welatiyên asayî dikarin vegerin. Lê gelo Herêma Kurdistanê wekî dostê me rê dide vî dijminê me li vê malê? Ev ne hestiyarî ye, nabe hûn bibêjin ew mêvan in.

Rûdaw: Lê ev dîtina Komara Îslamî ye ku dibêje ew terorîst in.

Feramerz Esedî: Terorîst ew e ku xelkê dikuje, ma ew xelkê nakujin?

Rûdaw: Bi bombebaranên Îranê jî xelk tê kuştin.

Feramerz Esedî: Ew şer e, şerekî xwezayî ye.

Rûdaw: Tirkiye bi PKKyê re di dan û standinê de ye. Çima Îran bi van partiyan re naçe nav dan û standinan?

Feramerz Esedî: Ji ber ku ew bi xwe biryarder nînin. Kesên din biryarê li şûna wan didin. Ev mijar hatiye ceribandin û desthilata wan nîne.

Rûdaw: Di 50 salên borî de ti dan û standin çênebûne?

Feramerz Esedî: Çendîn caran çêbûne lê her carê wan plan têk biriye ji ber ku ew bi xwe biryarder nînin.

Rûdaw: Ew jî dibêjin Îranê serkirdeyên me teror kirine, wekî mînak di dema dan û standinê de Qasimlo hat kuştin.

Feramerz Esedî: Di wê civînê de kesên dijber ketin hundir û gule reşandin. Hem nûnerê Komara Îslamî birîndar bû û hem jî Qasimlo hat kuştin. Ew kesê ku gule reşandin ne li Îranê û ne li Îraqê bû, li Awistiriyayê bû û li dijî wê rûniştinê bû.

Rûdaw: Çawa li pêvajoya dan û standinên Tirkiye, Abdullah Ocalan û PKKyê dinêrin?

Feramerz Esedî: Komara Îslamî ya Îranê piştgiriya her tiştê ku ji bo ewlehiya herêmê be dike. Ev mijareke navxwe ya Tirkiyeyê ye û Tirkiye li gorî berjewendiyên xwe tevdigere.

Rûdaw: Îran dixwaze ev pêvajoya çekdanînê çawa be?

Feramerz Esedî: Îran pê razî ye lê ev mijareke navxwe ya Tirkiyeyê ye.

Rûdaw: Pêvajoyeke rêkxistina çekan li Îraqê jî heye ji bo koman, hûn çawa lê dinêrin?

Feramerz Esedî: Ev hêzên Heşdî Şebiyê ji esmanan nehatine, serkirdeyên wan berpirsên Îraqê ne. Di çarçoveya hêzên çekdar ên Îraqê de Komara Îslamî ya Îranê pê re ye û alîkariyê dike.

Rûdaw: Piştî rawestîna şer, rewşa bazirganiyê ya di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de çawa ye?

Feramerz Esedî: Di dema şer de jî bazirganî û çûnûhatin berdewam bûn. Di bazirganiyê de her du alî jî qezenc dikin. Xelkê parêzgehên me yên sînorî pêdiviya wan bi hev heye. Dijmin dixwaze sînoran nearam bike lê xelk dixwaze sûdê ji sînoran wergire. Em hewl didin hemû astengiyên bazirganiyê yên xelkê çareser bikin.

Rûdaw: Rawestandina geştên asmanî yên di navbera Îraq û Îranê de ku Amerîkayê got ez dê yên geştan berdewam bikin ceza bikim, dê çi bandorê bike?

Feramerz Esedî: Nexêr, binêrin Amerîka qonax bi qonax e, ez ji we re bibêjim: Di her qonaxa ku tê de têk çûye, demeke diyarkirî destnîşan dike. Pêşî beriya destpêkirina şer hatin dorpêç danî ser me. Dorpêça aborî ti encam neda, neçar man ketin nav şerê leşkerî. Gotibûn sê roj, pênc roj, hefteyek û 40 roj lê ti encam jê derneket. Di şer de negihîştin encam û armancên xwe û têk çûn.

Hatin rûniştin; min ji bo we anîbû lê dema me dest nedabû, ew 14 mercên ku di dan û standinên Pakistanê de hebûn û Trump ew îmze kiribûn, hemû li vir in. Li ser wan 14 xalan peyman hat kirin û wî îmze kir lê roja din jê poşman bû. Serbilindiya Trump ew e ku derewan dike, pir bi rehetî derewan dike.

Di van mijaran de dema encamekê bi dest naxe, derbasî qonaxeke din dibe: Di şerê leşkerî de ti encam negirtin, di dan û standinên siyasî de têk çûn, ketin nav meseleya deryayê û dorpêça deryayî. Li wir jî wekî hûn dizanin gotibûn piştî sê rojên din agir bi serê Îranê de tê û depo tije dibin lê ev yek rû neda. Serokê Meclisê Qalîbaf got sê mehên din em ê hev bibînin, sê meh derbas bûn û ti encam derneket. Qonax bi qonax diçin pêş lê di van mijaran de jî têk diçin.

Ji ber ku wan dem diyar kir: 10 roj derbas bûn, gotin du hefte, dê çar rojên din jî derbas bibin, çar mehên din jî derbas bibin; ew nagihîjin ti encamê. Vê yekê rû daye û hem xelkê Îraqê hem jî bi taybetî Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê xwedî tecrubeyeke zêde ya li ser van tiştan in. Em dê ji van qonaxan derbas bibin, helbet bi alîkariya Xwedê, ji ber ku pişta me bi wî ye ku desthilata wî ji ya Trump û yên din mezintir e û piştgirê me ye.

Rûdaw: Gelekî spas birêz Feramerz Esedî, Serkonsulê Giştî yê Îranê yê Hewlêrê.

Feramerz Esedî: Ez jî spasiya we dikim. Gelê Herêmê, Îraqê û Îranê dixebitin û rojên baştir li pêşiya me ne. 

https://share.google/pYIDFnFLJneOMpIwx

HEVPEYVÎN Haberleri

Bi Seîd VEROJ re li ser pirtûka Du Birayên Bedirxanî: Celadet û Kamiran Bedirxan  (1913 -1923)
Wezîra Berhemanîna Cengî ya Pakistanê: Ez û hevjînê xwe em Kurd in
Lêkolîn: Pirsgirêka herî mezin a Tirkiyê pirsa Kurd e
ENKS û PYNKê danûstaninên derbarê 'rêveberîya hevbeş' de destpê kirin
Amed Bozan xelata artîstê herî baş a Kristall stand