Îran: Em danûstendinan li gel Amerîka red nakin

Wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf di hevpeyvîna ligel ajansa fermî ya nûçeyên Îranê de, derbarê pirsa danûstendinên ligel Amerîkayê ragihand, ku ew, danûstendinên bi Amerîkayê re red nakin, lê ew naxwazin têkevin piroseseke demdirêj û bê encam.

Cewad Zerîf diyar kir, ku pêwîst e Amerîka pabendî sozên xwe be, heya ku piroseya danûstendinan destpê bike û encam bide.

Herwiha Zerîf derbarê rêketina etomî de, rexne li Yekîtiya Ewropayê kir û got: Bizavên Yekîtiya Ewropa ne di asta pêwîst de bûn û Îran derbarê rêketina etomî de, pêngavên zêdetir ji Ewropa dixwaze.

Berî niha hersê welatên mezin yên Ewropa (Birîtanya, Almanya û Firensa) bizav kirin ku ceza û dorpêçên Amerîkayê li ser Îranê sivik bikin, bi taybet di warê bazirganiya enerciyê, otombêlan, kereste û alavên pizişkî û karûbarên diravî de. Lê Amerîka daxwaza wan red kir û wezîrê derve yê Emerîkayê Pompeo tekez kir, ku ew dixwazin ceza  û dorpêçên tund li ser Îranê bisepînin û qebûl nakin ti aliyek wan cezayan binpê bike.

Rojhilta Navîn Haberleri

Rêberê Şîe bangî Kurd û Suniyan kir: Ji Amerîkayê bawer nekin
Fuad Husên û Hakan Fidan xurtkirina pêwendiyan gotûbêj kirin
Fîdan û berpirsên Îraqê civiyan: Çekdanîn û mijara Şingalê hatin gotûbêjkirin
Bexda û Şamê li hev kir: Ji bo ewlehiya sînor komîsyoneke hevpar tê avakirin
Fermandarê CENTCOMê: Komên çekdar ên Îraqê mûçeyên xwe didin Îranê