Iran: Em bi tu şêweyî rê nadin ku YNK bê parçekirin

YNK di seranserê dîroka xebata xwe de dostekî nêzîk ê Iran û Sûriyê bûye

Jêderekî ji baskê Kosret Resûl û Berhem Salih di Nav YNK de ku nexwest navê wî bê êşkerekirin, dayarkir ku piştî hewlên Iranê jibo nêzîkkrina helwestên herdû baskên Yekîtî bê encam man, şandeya îranî gef li baskê Navenda Biryarê daye û bi zimanekî tund ji wan re gotiye ku Iran bi tu awayî dê rê nede ku YNK bê parçekirin, yan kêşe bighêja asta şer û pevçûnan.

Aloziyên di nav YNK de di herdû rojên bûrî de kûrtir bûn, û herdû alî niha bi rêya aliyekî sêyemîn pewendiyan bi hevre dikin.

Yekîtiya Niştamnaiya Kurdistanê (YNK), berî 41 salî li paytexta Sûriyê, Şamê, hate damezrandin. Ji wê demê ve heta niha Celal Talebanî sekreterê vê hêza siyasî û leşkeriya kurdiya mezin û xwedî bandor e. YNK di seranserê dîroka xebata xwe de dostekî nêzîk ê Iran û Sûriyê bûye, û rêzdar Talebanî her wextî pesnê dîktatorê Sûriyê yê gorbûyî Hafêz Esed û kurê wî Beşar Esed daye û ew weke dostên xwe yên nêzîk destnîşan kirine.
(E.B)  

Rojhilta Navîn Haberleri

Îranê mercên dan û standinên bi Amerîkayê re eşkere kirin
PWKyê Li Amed, Mêrdîn û Batmanê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî Pîroz Kir
PWK li Amedê beşdarî civîna çapemenîyê ya Komeleya Şêx Seîd bû
Putin ji Ehmed Şer re got: Me her tim yekparçeyiya axa Sûriyeyê parastiye
Çendîn welatan firîna balafirên xwe û serdana xelkê xwe bo Îranê ragirtin