Îran.. Di xwepêşandanên Zahidanê de bi dehan kes hatin kuştin

.

Xwepêşandanên li dijî kuştin keça Kurd Jîna Emîn, li seranserê Îranê berdewam in.

 Di pevçûnên di navbera hêzên Supaya Pasdarên Îranê û xelkê bajarê Zahidan li parêzgeha Sîstan û Belûcistanê de, bi dehan kes hatin kuştin û birîndar bûn.

Parêzgehên Sîstan û Belûcistanê ragihand, di encama şer û pevçûnên duhî Înê li bajarê Zahîdan de, 19 kes hatin kuştin û 20 kes jî birîndar bûn.

Ji aliyê xwe ve, çalakvanên wî bajarî dibêjin, herî kêm 58 kes bi guleyên rasterast ên hêzên çekdarên Îranê hatine kuştin.

Çalakvanên Belûcî didin zanîn, Berpirsê Îtîlaat (îstixbarat) a Supaya Pasdaran li Sîstan û Belûcistan û cîgirê wî bi guleyên çekdarên nenaskirî hatin kuştin û 3 endamên Supaya Pasdaran jî birîndar bûn.

Parêzgeha Sîstan û Belûcistan, yek ji 31 parêzgehên Îranê ye. Ew li başûrê rojhilatê Îranê li ser sînorên Pakistan û Afganistanê ye. Paytexta wê jî bajarê Zahidan e.

Piştî bûyera kuştina keça Kurd a Rojhilatê Kurdistanê Jîna Emîn roja 16ê meha borî li Tehranê ku malbata wê dêbêje ew ji ber eşkencedana ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatiye kuştin, gelek karvedanên li ser asta navxwe û navdewletî li piştî xwe anîn û xwepêşandanan li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kirin.

(K24)

Kurdistan Haberleri

Pentagonê ji HSD û Artêşa Sûriya Azad re 130 milyon dolar terxan kir
Rutte: Ger em xerca leşkerî ya NATO zêde nekin divê em fêrî Rûsî bibin
Ji gelê Sûriyê berteka ala HTŞê ya li kêleka Alaya Sûriyeya nû
Mark Rutte: Eger em ji bo parastinê pereyan veneqetînin divê em xwe fêrî Rûsî bikin
Huseyîn Çelîk: Çima dema Kurd dibin cîranê me problem çêdibe?