Îran: Cezayên Amerîkayê nikarin siyaseta me biguherînin

Wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf, di dîdarekê de ligel Kenala CBS NEWS a Amerîkî ragihand, ku cezayên Amerîkî wê bandorê li ser aboriya Îranê bikin, lê ew ê nikaribin siyasetên me biguherînin.

Mihemed Cewad Zerîf got: Pêwîst e Amerîka zanibe, ku ew hogirî siyaseta cezadanê bûye û di baweriya wê de, ku ew ê karibe bi vê siyasetê tevahiya kêşeyan bi awayekî guncayî çare bike.

Herwiha got: Cezayên Amerîkî berî her kesî li dijî welatiyên Îranî ne, wek Hikûmet jî, em ê pêbendî kêmkirina bandora wan cezayan bin û bi tekezî ew cezana wê nikaribin siyasetên me biguherin.

Derbarê helwesta welatên Ewropî Zerîf got: Ev yekem car e, ku welatên  Ewropî, ne tenê bi gotinan, lê bi awayekî piraktîkî jî li dijî cezayên Amerîka li ser Îranê radiwestin û kar ji bo kêmkirina bandora wan li ser Îranê dikin û dixwazin ku beşekî ji ziyanên wan qerebû bikin.

Rojhilta Navîn Haberleri

ÎDLIB - Operasyona li dijî çekdarên Fransiz: Kuştî û birîndar hene
Mehmûd Abbas ferman da ku destûra demkî ya dewleta Fîlîstînê di nav 3 mehan de amade bikin
Hîzbûllah li dijî plana Trump ya Xezzayê derket
Serkirdeyekî Hemasê ji Rûdawê re got: Em bi ti awayî çekan radest nakin
Êrîşa hewayî ya li Îdlibê: Endamekî DAIŞê hat kuştin