Îran: Bi rêjeya ji sedî 60 dewlemendkirina ûranyûmê dewam dike

.


 Li demeke ku hevdîtinên bo peyama nukleerî li Vîyenayê didomin û rakiran dorpêçên ser Îranê tê axaftin, ji Îranê daxuyaniyeke ku wan hevdîtinan têk bide hat.

Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê Elî Ekber Salihî ragihand ku Tehran dewlemendkirina ûranyûmê bi rêjeya 60% didomîne.

Elî Ekber Salihî got, berhemanîna ûranyûmê ya Îranê bi rêjeya ji sedî 60î gihîştiye 2 kîloyan û ya dewelendkirina bi rêjeya ji sedî 20an jî gihîştiye 90 kîloyan.

Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê diyar kiriye ku ew li ser daxwaza rayedarên Îranê çalakiyên atomî yên Îranê heta mehekê dişopînin, ji bo ku derfetekê bidin danûstandinên Viyenayê.

Nûnerê Îranê yê li Ajansa Atomî ya Cîhanî Kazim Xerîb Abadî jî daye xuyakirin ku Tehranê ji ajansa navborî re ragihandiye, ku biryar dane rêkeftina çavdêrîkirina atomî heta mehekê dirêj bikin.
K24

Rojhilta Navîn Haberleri

Lapid ji ber 'plana Kurdan' rexne li Netanyahu girtin
Îran: Peymana bi Amerîkayê re îro nayê îmzekirin
Tehran tevlihev bû: Li Îranê krîza peymana bi Amerîkayê re û bangên îstifayê
Sûriye dixwaze bibe alternatîva Tengava Hurmizê
Li Mêrdînê pêşangeha alternatîv a pirtûkên Kurdî hat vekirin