Îran bersiva gefên Amerîka dide

Peyvdarê Hêzên Çakdar ên Îranê gefê li hêzên Amerîkî yên li Kendavê dixwe, heger êrîşekê li dijî berjewendîyên gelê Îranê bike.

Navenda Nûçeyan - Peyvdarê Hêzên Çakdar ên Îranê Emîd Ebofezil Şikarçî ji kenala fermî ya welatê xwe re ragihand, Amerîka hewla têkdana ewlehîya navçeyê dide, divê zû yan dereng navçeyê bicih bihêle.

Got jî: “Welatên kendava Farisî dikarin parastina xwe bikin, Amerîka li li navçeyê li çi digere û keştîyên wan ên serbazî, firoke û yekîneyên wan serbazî li navçeyê çi dikin?”

Şikarçî di bersiva Serokê Amerîka Donald Trump de ragihand, heger biçûkirîn êrîş li ser hêzên Îranê bê kirin, ewê tundtirîn bersiv bidin.

Pêştir Trump ragihandibû, wan ferman derkirine, heger belemeyên serbazî yên Îranê li nava ava navdewletî ji keştîyên Amerîka ve nêzîk bibin, ewê wan armanc bigirin.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Rêberê Şîe bangî Kurd û Suniyan kir: Ji Amerîkayê bawer nekin
Fuad Husên û Hakan Fidan xurtkirina pêwendiyan gotûbêj kirin
Fîdan û berpirsên Îraqê civiyan: Çekdanîn û mijara Şingalê hatin gotûbêjkirin
Bexda û Şamê li hev kir: Ji bo ewlehiya sînor komîsyoneke hevpar tê avakirin
Fermandarê CENTCOMê: Komên çekdar ên Îraqê mûçeyên xwe didin Îranê