Îran, bangî balyozê Tirkiyê yê Tehranê bo wezareta karên derve kir

.

Bi serdema serokkomarê Tirkiyê Tayip Erdoğan li payîtexta Azerbeycana Bakûr ji helbestvanê Azerî Bextiyar Wahapzade helbestekî xwend, Îran nerazîbûna xwe diyar kir û bangî balyozê Tirkiyê yê Tehranê Derya Örs kir da here wezareta Îranê ya karên derve. Li gor ragihandina wezareta karên derve ya Îranê weha got:

“Dewra bangewaziya şer, împaratoriyetên ku fethan dikirin û îdîayên herêmî bi salan berê derbas bûye. Îran qebûl nake ku kes mudaxeleyê yekîtiya axa wê bike.”

Erdoğan li Bakuyê di merasima fermî de helbesta bi navê “Em ji axê par nadin” ya Bextiyar Wahapzade xwendibû.

Wezîrê karên derve yê Îranê Cewad Zarîf jî di ser hesabê xwe yê medyayê de mijarê weha ragihand:

“Ti kes nikare di derbarê Azerbeycana me ya delal de biaxife.”

Azerbeycan di navbera Rûsya û Îranê de kiribûn du perçe: Şîmalî Azerbeycan û Cenûbî Azerbeycan. Azerbeycana cenûbî di bin îşxala Îranê de ye û Azerbeycana şîmalî azade ku Tayip Erdoğan lê axifiye. Lewra Îran xwe nerazî dike ji ber jimara Azeriyên Îranê li seranserê Îranê jimara herî zêde ye û ditirse rojekî serî hildin.

Rojhilta Navîn Haberleri

Mehmûd Abbas ferman da ku destûra demkî ya dewleta Fîlîstînê di nav 3 mehan de amade bikin
Hîzbûllah li dijî plana Trump ya Xezzayê derket
Serkirdeyekî Hemasê ji Rûdawê re got: Em bi ti awayî çekan radest nakin
Êrîşa hewayî ya li Îdlibê: Endamekî DAIŞê hat kuştin
Xameneyî: "Danûstandina bi DYA re tu feydeyê nade me"