Îran: 13 senarîyoyên me bo vekirina tola Qasim Sulêymanî hene

Serokê encumena asayişa niştimanî ya Îranê dibêje, 13 senarîyoyên wan hene ji bo ku tola kuştina Qasim Sulêymanî ji Amerîka vekin.

Navenda Nûçeyan- Serokê encumena asayişa niştimanî ya Îranê, Elî Şemxanî ragihand, ew xwe amade dikin tola Qasim Sulêymanî ji Amerîka vekin.

Elî Şemxanî da zanîn, 13 senarîyoyên wan bo vekirina tola Sulêymanî hene û got, lawaztirîn senarîyo dê bibe kabûsek dîrokî bo Amerîka!

Şemxanî agahîyên zêde li ser wan senarîyoyan neda û ragihand, helbet tola Qasim Sulêymanî dê tenê êrişek yan jî operasîyonek nebe.

Wî berpirsê pilebilindê Îranî daxwaz ji hêzên Amerîkî kir “li ser lingan” ji Rojhilata Navîn derkevin, eger na dê wan “dirêj kirî” (qesta wî kuştina wan e) bavêjin derve!

 

Basnews

Rojhilta Navîn Haberleri

Sûriye û Urdin hişyariyê didin Iraqê
Serokwezîrê Iraqê gefên destberdana ji kar dike
SpaceXê ji bo Starlinkê serî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê da
Amerîka: Tengava Hurmizê vekirî ye û Îran wê kontrol nake
Îraq, Sûriye û Amerîka li hemberî Tengava Hurmizê dê peymana xeta boriyê ya nû îmze bikin