Îngîltere kirîna petrolê ya ji Rûsyayê kêm dike

.

Wezîrê kar û enerjiyê yê Îngîltere Kwasi Kwarteng ragihand ku wê heya dawiya salê kirîna petrolê ji Rûsyayê ast bi ast kêm bike û di dawiya salê de kirînê rawestîne.

Di 13 em roja îşxala Ûkrayna de Îngîltere dorpêçên xwe yên ser Rûsyayê ragihand. Wezîr Kwarteng di ser hesabê xwe yê medya civakî de got ku wê heya paşiya salê kirîna petrolê ji Rûsyayê rawestîne. Kwarteng got ku % 8 pêdiviya petrola xwe ji Rûsyayê dikire û weha dewam kir:

“Wê ev rawestandina ast bi astê wext bide bazarê, karsaz û zincîreya amadekariyê. Ji bo bazar perîşan nebe, me vê biryarê da. Hukumet wê bi rêya ‘Hêza erkê ya petrolê’ bi şîrketan re bixebite û ji bo alternatîvan peyda bikin, wê wan destek bike.

Îtxalata me bêhtir ji Amerîka, Hollanda û welatên Kendavê têkirin û hevkarên me yên baweriyê ne. Îngîltere welatekî hilberîner yê petrol û berhemên petrolêye. Rezervên me yên baş hene. Ji bo em xwe amade bikin em ê îsal bi wan re bixebitin.”

Kwarten ragihand ku niha Rûsya %70 petrola xwe nikare bifroşe û ji bazarê tê dûrxistin. %4 xazê ji Rûsya dikirin û Kwarten weha dewam kir:

“Ji bo dawî li kirînê bînim, li ser bijarteyan dixebitim.”

Avrupa Haberleri

Welatên Schengenê êdî wê mohrê li pasaportan nexin
Dronên Rûsyayê ketin nav sînorên 3 welatên Ewropayê
Li Kaledonya Nû bi statuyekî taybet dewletekî ava dibe
Tirkiye wezîfa NATOyê ji Îspanyayê dewir sitend
Sergey Lavrov û Marco Rubio li ser danûstandinên Stenbolê axivîn