IMF: Di nav aboriyên mezin de rêza Tirkiyeyê paş de diçe

Li gor daneyên Sendoqa Diravî ya Navneteweyî IMF, di nav rêza aboriyên mezin de, ji ber zêdebûna nirxa dolarê rêza Tirkiyeyê dê paş bikeve.

Li gor raporta IMFê, sala par, dahata milî ya Tirkiyeyê ku 851. 5 milyar dolar bû, îsal ji ber zêdebûna nirxa dolarê wê dakeve 713.5 milyar dolaran.

Herwiha, rêza Tirkiyeyê di nav aboriyên mezin de sala 2017an de rêza 17mîn bû, wê îsal heta rêza 19an paş de bikeve û dê bikeve bin Hollanda û Erebîstana Siûdî.

Di sala 2019an de jî li gor pêşbîniya IMFê rêza Tirkiyeyê zêdetir dakeve û bikeve heta rêza 20an û dahata milî jî wê dakeve 631.2an.

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand