IMF: Aboriya Îranê dê lawaztir bibe

Sindoqa Navdewletiya Dirav an IMF di rapora xwe ya nû de di derbarê rewşa aboriya Îranê de daye xuyakirin, ku rewşa aborî ya Îranê piştî sizayên Amerîkayê ber bi xirabtirbûnê ve diçe û diyar kir, ku aboriya Îranê dê lawaztir bibe.

Sindoqa Navdewletiya Dirav roja Sêşemiyê rapora xwe ya derbarê rewşa aboriya welatan de belav kir. Di beşa Rojhilata Navîn de, IMFê giraniya herî zêde xistiye ser rewşa aboriya Îranê û têde dibîje, ji bo sala 2019an, enflasyon li Îranê dê bi qasî %5 bilindtir bibe.

 

IMF herwiha ragihandiye, niha di sala 2018an de enflasyon li Îranê %29.6 e, lê ji bo sala 2019an, rêjeya 34.1 hatiye pêşbînîkirin.

 

 Sindoqa Navdewletiya Dirav amaje bi dorpêçêna Amerîkayê li ser Îranê jî kiriye û di raporta xwe de dibêje, dibe ku di 2 salên bê de, bi sedema wan dorpêçan hinardeya petrola Îranê bi awayekê berçav kêm bibe.

 

Li gorî raporta IMFê, dopêçên ser nefta Îranê di heyameke demkurt de nirxê petrolê bilind dike, lê piştre bi sedema zêdekirina berhemanîna petrolê ya welatên endamên OPECê dê nirxê petrolê dakeve. IMF herwiha pêşbînî dike, ku nirxê petrolê di sala 2019an de, derdora 68 heya 69 dolaran be.

 

Di raporta IMFê de, li ser asta cîhanî nirxê petrolê bi giştî heya sala 2023an, derdora 60 dolaran hatiye pêşbînîkirin.

Kurdistan Haberleri

Pîr Deyan Cefer: Nêzîkî 100 hezar zarokên Êzidî li koçberiyê ji dayik bûne
Berdevkê AK Partiyê: Divê HSD jî çekan deyne
Aslanê ku hestiyên kurê xwe di qutiyê de wergirtibû: Kesên wekî min êşbar aştiyê dixwazin
Bêrîvan Aymaz: Ez dixwazim berpirsiyariya bajarê Kolnê bigirim ser xwe
Midyad: Kurdên Êzidî piştî bi dehan salan vedigerin warê bav û kalan