Îmarat: “Baregeha Încîrlîkê bînin cem me”

Welîahd Prensê Îmaratan Mûhammed Bin Zayed bi Amerîkayê re axifiyee da temamê heyiyên Amerîkayê yên li baregeha Încîrlîk a bajarê Adana ya Tirkiyê bibin Îmaratan.

Welîahd Prensê Îmaratan Mûhammed Bin Zayed bi Amerîkayê re axifiyee da temamê heyiyên Amerîkayê yên li baregeha Încîrlîk a bajarê Adana ya Tirkiyê bibin Îmaratan. Bi vê nûçeyê hat fêmkirin ku Îmarat dixwaze têkiliyên xwe zêdetir bi Amerîkayê re geş bike. Ragihandina mijarê ji aliyê malpera elektronîk ya ku navenda wê Îmarate, ya bi navê ‘The New Khaleej’ de hat kirin. Li gor ragihandina malperê:

“ Welîahd Prens Mûhammed Bin Zayed; piştî îmzakirina peymana normalîzekirina têkiliyên bi Îsraîlê re, piştî pêşdeçûnên Lîbya û Rojhilatê Derya Sipî, pêşniyara xwe ya bo heyiyên Amerîkayê, yên li baregeha Încîrlîkê bo Pentagonê pêşkêş kiriye. Armanca bingehîn ya Bîn Zayed ew e ku têkiliyên xwe bi Amerîkayê re xurttir bike.”

Di çend rojên borî de senatorê Amerîkayê Ron Johnson bo ‘Washington Examiner’ê axifîbû û gotibû bi sedema siyaseta derve ya serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan ku Amerîkayê aciz dike, Amerîka difikire ku leşker û heyiyên xwe yên li Încîrlîkê bibe giravekî Yûnanistanê.

Tê gotin ku Baregeha Încîrlîkê bo NATO yê ciyekî bingehîne û tê de bi dehan serikên nukleerî yên şer hene.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Sûriye û Urdin hişyariyê didin Iraqê
Serokwezîrê Iraqê gefên destberdana ji kar dike
SpaceXê ji bo Starlinkê serî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê da
Amerîka: Tengava Hurmizê vekirî ye û Îran wê kontrol nake
Îraq, Sûriye û Amerîka li hemberî Tengava Hurmizê dê peymana xeta boriyê ya nû îmze bikin