Îmamê Ayasofyayê îstifa kir û vegeriya zanîngehê

.

Melayê Ayasofyayê Mehmet Boynukalin ku sala borî wekî mizgeft hatibû vekirin û ji ber parvekirinên xwe yên medya civakî yên îslamîst ketibû rojevê ji îmamtiya Ayasofyayê îstifa kir.

Ajansa Anadol (AA) ya fermî ya Tirkiyê ragihandiye ku Mehmet Boynukalin bi daxwaza xwe ji melatiya Ayasofyayê îstifa kiriye û vegeriyaye mamostetîya Zanîngeha Marmarayê ku berê jî li wir kar dikir.

Boynukalin beriya niha ji ber hin daxuyaniyên xwe yên medya civakî rastî nerazîbûna berpirsên AKPê jî hatibû ku di parvekirineke xwe de gotibû, “Têkoşîna dijî faîzkaran emrê Îslamê ye.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, vekirina wekî mizgeft a Ayasofyayê ji aliyê cîhana mesîhî ve rastê bertek û nerazîbûnan hatibû û hatibû xwestin, rêseniya wê wekî muzaxaneyeke dîrokî û perestgeheke olî ya xrîstiyanan were parastin.

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand