Îlham Ehmedê li ser salvegera rûxîna rejîma Beasê peyamek belav kir

.

 Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê ji bo salvegera rûxîna rejîma Beasê peyamek belav kir û got, "Paşeroja Sûriyeyê bi birêvebiriya baş û beşdariya jinan tê avakirin.”

Salek di ser rûxîna rejîma Beasê ya Sûriyeyê de derbas dibe.

Bi vê boneyê Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed peyamek li ser hesabê xwe yê medyaya civakî belav kir.

"Birêvebiriya baş û beşdariya jinan"

Îlham Ehmed di peyama xwe de bal kişand ser avakirina sîstemeke nû û got:

"Di salvegera rûxîna rejîma Beasê de, bawerî nû dibe ku rakirina şopên rejîma zordar û paşeroja Sûriyeyê bi rêya birêvebriya baş û beşdariya berfireh û bi hebûna çalak a jinan di dariştina siyaset û biryaran de tê avakirin."

Ehmed her wiha diyar kir ku bipêşxistina xizmetguzariyan bingeha aramiyê ye û wiha pê de çû:

"Bipêşxistina geşepêdan û xizmetguzariyên bingehîn, zemînekê ji bo jîngeheke aram amade dike ku bikaribe piştgiriya civakan bike û rola wan a avaker vegerîne."

"Şirîkatiya niştimanî"

Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku ev pêvajo bi xebateke navxweyî ya xurt pêk tê û got:

"Ev rêgez bi rêya xebateke siyasî ya navxweyî ya çalak bi pêş dikeve ku îlhamê ji armancên şoreşê werdigire û şirîkatiya niştimanî xurt dike.

Ev hewl bi hevkarî û piştgiriya hemû hevkar, alî û welatên ku dixwazin piştgiriya daxwazên Sûriyeyiyan ên ber bi paşerojeke aramtir û geştir ve bikin, temam dibin."

Çi bibû?

Komên çekdar ên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) 27ê Çiriya Paşîna 2024an êrişî parêzgehên Îdlib û Helebê kiribû.

Komên çekdar 27-28ê Çiriya Paşîn ji rojavayê Helebê ber bi navendê ve bi lez bi pêş ketibûn û wan 30ê Çiriya Paşîn navenda Helebê bi dest xistibû.

Heman koman 30ê Çiriya Paşîn jî navçeya Xan Şêxûnê kontrol kiribû û bi vê yekê tevahiya parêzgeha Îdlibê ketibû bin kontrola wan.

Tehrîr El Şamê 5ê Kanûna Pêşîn bajarê Hemayê kontrol kiribû û piştre ragihandibû ku wan bajarê Telbîseyê yê Humsê jî bi dest xistiye.

Piştî kontrolkirina Humsê, HTŞyê 8ê Kanûna Pêşîn kontrolkirina Şama paytexta Sûriyeyê û rûxîna desthilata Beasê ragihandibû.

Kurdistan Haberleri

Reuters: Pakistanê 8 hezar serbaz û balafirên şer bo parastina Sûdiyeyê şandin
Muzexaneya Duhokê: Bîra dîrokî ya jiyana kurdewarî
Wezareta bergiriya Tirkiyê fermana seferbeglikê ji bo 7.686 kesan şand
Jimara kesên bê kar ji 13 milyonan derbas kir
Keştiya USS Gerald R. Ford dageriya DYAyê