Îlham Ehmedê li ser Rojhilat û Başûrê Kurdistanê daxuyanî da

.

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê xwest ku Başûrê Kurdistanê were parastin û destkeftiyên wê nekevin metirsiyê.

Îlham Ehmedê li ser hesaba xwe ya Xê daxuyaniyek belav kir.

"Gelê Kurd li Başûr û Rojhilat di qonaxên nazik re derbas dibe"

Îlham Ehmedê di peyama xwe de nivîsand, îro ji ber “siyasetên şerxwaz û berjewendîperest”, gelê Kurd li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê di qonaxên nazik re derbas dibe.

Wê got, çawa ku li hemberî êrişên li dijî Rojavayê Kurdistanê gelê Kurd û nûnerên wan ên siyasî li çar aliyan bûn xwedî yek deng û yek helwest, divê heman hestiyarî ji bo Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî were nîşandan.

"Gelê Kurd ti caran nebûye alîgirê şer"

Îlham Ehmedê her wiha eşkere kir ku gelê Kurd ti caran nebûye alîgirê şer û dê nebe jî.

Wê tekez kir ku divê ti tevger nebe sedema wê yekê ku destkeftiyên Başûrê Kurdistanê bikevin xeterê.

Îlhamê di heman demê de  xwest ku paşeroja gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê jî bê misogerkirin.

Îlham Ehmedê herî dawî got, "Ji her demê zêdetir pêwîstiya me bi yekîtî, hevgirtin û yekrêziyê heye."

Kurdistan Haberleri

Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin
Îranê bi dronan êrişî kampa malbatên Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê kir