Îlham Ehmed: Veguhastina siyasî ya Sûriyeyê nabe li ser hesabê gelê Kurd be

.

Berpirsa Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed ragihand, pêvajoya veguhastina Sûriyeyê nabe li ser hesabê mafên Kurdan û pêkhateyên din be.

Îlham Ehmed îro 15ê Çileyê li ser hejmara xwe ya tora civakî "X" peyamek belav kir û bal kişand ser nakokiyên di navbera daxuyaniyên siyasî û kiryarên li ser erdê de. Ehmed diyar kir, Hikûmeta Demkî ji aliyekê ve daxwaza tunekirina binesaziya leşkerî û parastinê ya Kurdan dike, lê ji aliyê din ve êrîşên herî dijwar û hovane dibe ser Kurdên li taxên Helebê.

Îlham Ehmed di peyama xwe de destnîşan kir, ew wekî aliyekî siyasî her tim girêdayî rêya diyalogê ne, lê belê nabe ev yek wekî lawazî were dîtin.

Herwiha got: "Veguhastina siyasî ya Sûriyeyê û avakirina sîstema nû nabe li ser hesabê gelê Kurd û kêmnetewên din be; ew pêkhateyên ku mil bi milê Amerîkayê li dijî DAIŞê şer kirin û berdêlên giran dan. Divê rûmeta van qurbaniyan were parastin."

Îlham Ehmed di peyama xwe de bi taybetî spasiya Senatorê Amerîkî Lindsey Graham û Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoya Amerîkayê kir û diyar kir ku peyamên wan ên zelal hêviyê dide gelê herêmê ku hevkarî û feda kariya wan a di şerê dijî DAIŞê de nayê jibîrkirin.

Ehmed got: "Em gelekî qîmet didin wê yekê ku hevalbendên me di van demên herî tarî de li gel me disekinin."

Siyaset Haberleri

Birîtaniyayê, balyozxaneya xwe li Têhranê de daxist
Çendîn welatan daxwaz ji xelkê xwe kirine ku bi lezgînî ji Îranê derkevin
TAYBET - Almanya: Divê berpirsên tundiya li Helebê bên cezakirin
Trump: Reza Pehlewî kesekî baş e lê gumana min jê heye
Şertê Almanyayê yê ji bo Şamê: Parastina mafên pekhate û Kurdan