Îlham Ehmed: Pêşniyara ku Mezlûm Ebdî bibe Wezîrê Parastinê yê Sûriyê hate kirin

.

Berpirsa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojavayê Kurdistanê) Îlham Ehmed, di hevpeyvîna ligel kanala El-Mecelle de - pêwîstiya pergaleke nenavendî li Sûriyeyê dubare kir û nenavendîbûn ne tenê ji bo parastina yekîtiya Sûriyeyê girîng e, lê di heman demê de ji bo misogerkirina garantiyên rastîn ji bo hemû Sûriyan, parastina nasnameyên herêmî, û pêkanîna azadiyên siyasî û pêşketinê ye.

Ehmed diyar kir ku Rêveberiya Xweser di danûstandinên bi Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê re dîtineke zelal ji bo pergaleke nenavendî pêşkêş kiriye, ku dabeşkirina desthilatdariyê di navbera desthilatên navendî û parêzgehan de dihewîne.

Pêşniyar di heman demê de pêşbînî dike ku parlementoyeke du-odeyî hebe - yek ode nûneriya gel bike û ya din jî nûneriya parêzgehan bike - digel garantiyên ji bo perwerdehiya bi zimanê zikmakî û nûnertiya siyasî ya jinan di pozîsyonên biryardar de.

Ehmed destnîşan kir ku ev xal di nav pirsgirêkên herî girîng ên neçareserkirî yên bi Şamê re dimînin, tevî statûya pêşerojê ya Hêzên Sûriye ya Demokratîk (HSD) di nav avahiya leşkerî ya Sûriyeyê de.

Ehmed herwiha got, "Hîn jî vîzyoneke zelal a Şamê li ser vê mijarê tune ye, tevî peymana destpêkî ya ji bo avakirina komîteyên pispor ji bo çareserkirina mijarên mayî, ku ji ber nebûna bersivdana Şamê pêk nehatiye."

Ehmed bal kişand ser peymana Adarê ya di navbera Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî û Serokê Veguhêz ê Sûriyeyê Ehmed Şara de hatiye îmzekirin û destnîşan kir, pêşniyara ku Mazlûm Ebdî yan jî fermandarekî din ê HSDê di Artêşa Sûriyê de bibe Serfermandar yan jî Wezîrê Parastinê hatiye kirin.

Ehmed da zanîn ku Rêveberiya Xweser û HSD ji bo tevlîkirina gav bi gav di nav saziyên fermî de bi rêya komîte û tîmên leşkerî yên hevpar vekirî ye û hişyarî da ku tevlîkirineke rasterast û nişkave dikare encamên neyînî bi xwe re bîne. Herwiha got, "Divê em modeleke gav bi gav bipejirînin da ku ji şer an pirsgirêkan dûr bikevin."

Kurdistan Haberleri

PWKyî Li Amedê Beşdarî Çalakîya Ji Bo Rojîn Kabaîş Bûn
PWK, Şaxa Merdînê yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê, Şaredarîya Qoser ziyaret kir
Saziyên zimên li Wanê dicivin: Stratejî û polîtîkayên nû tên nîqaşkirin
Trump helwesta xwe ya li ser birêvebirîna Xezeyê diyar kir
Hêvîn Silêman: Dorpêça li ser taxên Kurdan berdewam dike