Îlham Ehmed li Brîtanyayê bi akademîsyenên Kurd re civiya

.

Îlham Ehmed li Londona paytexta Brîtanyayê bi akademîsyenên Kurd re civiya.

Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmed ku demek e li Brîtanyayê di nava pêwendiyên dîplomatîk de ye, li Londonê bi akademîsyenên ku li zanîngehên cuda li ser lêkolînên Kurdî pispor in re civiya.

Di civîna “maseya gilover” a ku li Otela Park Plazayê ya Londonê pêk hat de, pêvajoya şer û aştiyê ya li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û pêşhatên dawî yên siyasî hatin nirxandin.

Akademîsyenan li ser tecrûbeyên pêvajoyên şer û aştiyê yên li deverên din ên cîhanê bi Îlham Ehmed re danûstandin kir.

Prof. Dr. Janroj Yilmaz Keleşê ku li Zanîngeha Middlesexê mamoste ye ji Rûdawê re got:

“Di vê dema ku Rojavayê Kurdistanê di pêvajoyeke hestiyar re derbas dibe de, li Brîtanyayê têkiliyên dîplomatîk ên Îlham Ehmedê û şandeya pê re gelekî girîng in.”

Keleş da zanîn ku di civînê de behsa pêvajoyên diyalog û çareseriyê yên li deverên din ên cîhanê ku wekî Rojavayê Kurdistanê ne hatiye kirin û lêkoleran tecrûbeyên xwe yên ji herêmên şer û pevçûnan parve kirine.

Civîna Îlham Ehmedê ya bi akademîsyenan re / Wêne: Idrîs Okuducî

Siyaset Haberleri

TAYBET - Yekîtiya Ewropayê rewşa Sûriyeyê û mafên Kurdan gotûbêj dike
Mezlûm Ebdî: Tabelayên li bajarên Kurdan dê duzimanî bin
Wezîrên Derve yên Spanya û Finlandayê: Mafên pêkhateyan li Sûriyeyê xeta sor e
Jêderek: Wezareta Navxwe ji bo Malîkî yekalî bûye
Parêzerên Hesekê li ber Koşka Dadê: Zimanê Kurdî nasnameya me ye