Îlham Ehmed: Hikûmeta Sûriyeyê Peymana 10ê Adarê hilweşand

.

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê ji Rûdawê re ragihand ku hikûmeta Sûriyeyê rêkeftina 10ê Adarê hilweşandiye.

Îlham Ehmedê diyar kir ku destpêkirina şer ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê ve hilweşandineke yekalî ya Peymana 10ê Adarê ye.

Îlhamê destnîşan kir ku ew wekî Rêveberiya Xweser heta niha pêbendî Peymana 10ê Adarê ne û anî got:

"Em ji bo dan û standina di çarçoveya Peymana 10ê Adarê de amade ne. Em li dijî şer in lê em amade ne ku parastina xwe bikin."

 Li aliyê din aloziyên di navbera HSD û Artêşa Ereban a Sûriyeyê jî kûrtir dibin.

HSDyê ragihand ku komên çekdar ên hikûmeta Şamê du caran êrişî derdora Bendava Tişrînê kir.

Li gorî daxuyaniya HSDyê, di van êrişan de dronên xwekuj û topên giran hatine bikaranîn.

Hevdem li gel van êrişan, gundê Um El-Merayê yê li başûrê Dêr Hafirê jî bi mûşekan hatiye topbarankirin.

Artêşa Ereban a Sûriyeyê Dêr Hafir û Meskene kirin herêmên leşkerî

Desteya Operasyonan a Artêşa Ereban a Sûriyeyê hişyariyeke belav kir û Dêr Hafir û Meskene wekî "herêma leşkerî ya girtî" ragihandin.

Artêşa Ereban a Sûriyeyê îdia kir ku ew herêm bûye cihê rabûna dronên xwekuj ên Îranî yên ku bajarê Helebê bombebaran dikin.

Di daxuyaniyê de Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi komkirina hêzan û hevkariya bi PKKyê û “bermahiyên rejîma rûxiyayî" ve hatin tohmetbarkirin.

Artêşa Ereban a Sûriyeyê nexşeyek belav kiriye û dibêje:

“Herêma ku bi rengê sor hatiye diyarkirin, ji vê dîrokê pê ve wekî herêma leşkerî ya girtî tê hesibandin.”

"Vekişin rojhilatê Feratê"

Di daxuyaniyê de bangî sivîlan hat kirin ku ji baregehên HSDyê yên li wê herêmê dûr bisekinin.

Her wiha hişyarî hat kirin û hat gotin:

"Divê hemû komên çekdar ên li vê herêmê vekişin rojhilatê Feratê. Canê xwe biparêzin."

Artêşa Ereban a Sûriyeyê îdia kir ku ji bo rêgirtina li bikaranîna vê herêmê ya ji bo operasyonan ew dê hemû gavên pêwîst bavêjin.

Kurdistan Haberleri

Endamê Meclîsa PWKê Sîraç Kirici rojevê dinirxîne
Şerê li ser xeta Feratê: Komên çekdar ên Şamê êrişî Dêr Hafirê dikin
"Di şer û pevçûnên Eşrefiye û Şêx Meqsûd de 216 kes hatine kuştin"
Tora Rojnamevanên Kurd: Me peyva “Sûriye” ji navê xwe rakir
Weqfa Êzidiyên Azad: Çarenivîsa hezar û 200 malbatên Êzidî ne diyar e