Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê bersiv da daxuyaniya Senatorê Amerîkî Lindsey Graham û spasiya wî kir.
Senatorê Komarî yê Amerîkayê Lindsey Graham, berê hişyarî dabû Tirkiye û hikûmeta nû ya Sûriyeyê û gotibû:
"Eger hûn bi ser Kurdan de biçin Amerîka dê berteka tund nîşan bide."
Piştî van gotinan Îlham Ehmedê li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û bal kişand ser rewşa Helebê.
"Dixwazin me bêparastin bihêlin"
Îlham Ehmedê di peyama xwe de got:
"Birêz Graham, spas ji bo piştgiriya we ya krîtîk. Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê dixwaze ku em avaniya xwe ya parastinê belav bikin û di heman demê de li dijî gelê Kurd ê li Helebê êrişên hovane û zalimane pêk tîne."
"Veguhastina desthilatê nabe ku li ser hesabê Kurdan be"
Rayedara Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku ew ji diyalogê re vekirî ne û wiha pê de çû:
"Em pêbendî diyalogê ne, lê veguhestina (pêvajoya nû ya) Sûriyeyê nabe ku li ser hesabê gelê Kurd û kêmîneyên din be ku li kêleka Amerîkayê li dijî DAIŞê şer kirine."
"Hêviyê didin me"
Îlham Ehmedê di dawiya peyama xwe de kêfxweşiya xwe ya ji bo helwesta Graham anî zimên û got:
"Peyamên we yên zelal hêviyekê didin me ku şirîkatî û fedakariyên me nayên jibîrkirin.
Di demên herî tarî de em ji ber rawestana we ya li kêleka hevpeymanên xwe gelekî minetdar in."
Kom û komikên çekdar ên hikûmeta demkî ya Şamê êrişî taxên Şêx Meqsûd Eşrefiyeyê kir û niha jî gelek hêzan û çekên giran dişînin derdora Dêr Hafir û Meskeneyê.
Çekdar bi dron û topan êrişî Dêr Hafirê dikin.