Îlham Ehmed: Divê Kongreya Niştimanî ya Sûriyê bê lidarxistin

.

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed ragihand, danûstandin û lihevkirina nîştimanî tekane rêya bidawîkirina aloziya Sûriyê ye û got, divê pêvajoya veguhêz ya li Sûriyeyê têk neçe.

Îlham Ehmed di "Komxebata Siyasî ya Şehbayê" ya li Reqayê hate lidarxistin de axivî û got, pêwîstiya gelê Sûriyê bi lihevhatina civakî heye û divê xebatên civakî yên rast werin aktîfkirin.

Herwiha Ehmed got, Rêveberiya Xweser ji bo ewlekariyê amade ye, tişta bikeve ser milê wê pêk bîne, ji ber vê divê hikumeta veguhêz a Sûriyê berpirsyariyên xwe yên di çarçoveya avakirina Sûriya nû de bi cih bîne.

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser diyar kir, avakirina Sûriya nû bi tenê bi qebûlkirina nasnameya hemû pêkhateyan çêdibe û divê kongreyeke niştimanî bi beşdarbûna hemû aliyan bê lidarxistin. 

Îlham Ehmed îdayên li ser Rêveberiya Xweser têne kirin ên dibêjin, ew dixwaze Sûriyê parçe bike red kirin û îşaret pê kir ku nenavendî  nayê wateya perçebûnê, lê bi armanca parastina pirengî û beşdariya hemû pêkhateyan pêwiste û di heman demê de beşdariya jinan misoger dike.

Kurdistan Haberleri

Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle
Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne