Îlham Ehmed: Di navbera HSD û Şamê de lihevkirinek heye

.

Îlham Ehmedê, pêngaveke nû û girîng eşkera kir û ragihand ku di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Şamê de ji bo entegrasyonê "lihevkirineke destpêkî" heye.

Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed îro bû mêvana Rojava TVyê û behsa dan û standinên di navbera HSD û hikûmeta Şamê de kir.

Îlham Ehmedê da zanîn ku dê demeke nêzîk bi hikûmeta Şamê re gereke nû ya dan û standinan dest pê bike.

"YPJ dê xweser be"

Îlhan Ehmedê tekez kir ku Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) dê piştî pêvajoya entegrasyonê, di nav artêşê de xwedî statuyeke bi temamî xweser be.

Wê her wiha bal kişand ser pêwendiyên Amerîka û Sûriyeyê û got ku ev pêwendî derbasî "qonaxeke nû" bûne û temasên dîplomatîk zêde bûne.

"Pêwîstiya Sûriyeyê bi nenavendîbûnê heye"

Îlham Ehmedê projeya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê wekî modelekê ji bo tevahiya Sûriyeyê pêşniyar kir û sîstemeke nenavendî wekî pêwîstiyeke bingehîn ji bo paşeroja welat bi nav kir.

Îlhan Ehmedê di dawiyê de anî ziman ku derbarê dosyeya perwerdehiyê û vegera ewle ya koçberan de jî hevdîtinên teknîkî û siyasî berdewam dikin.

Kurdistan Haberleri

PWK: Em êrîşa li ser pêşmergeyên PAK a Rojhilatê Kurdistanê protesto dikin
Baroyan daxuyanî da: Mafê destûrî yê welatiyan tê astengkirin
Van Hollen û Mezlûm Ebdî axivîn: Divê Sûriye agirbestê biparêze
Li Dortmund jibo Rojava pêşandan û meşa bi hêrs û ji alî gelê Kurd helwestek eşkere ya li dijî komkujiyê
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk behsa dawîn pêşhatên Rojavayê Kurdistanê dike