Îlham Ehmed: Danûstandinên navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Sûriyeyê erênî ne

.

Berpirsa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ragihand: “Em dixwazin li Sûriye û deverê tenahî hebe û divê mafên hemî xelkê Sûriyeyê parastî bin.”

Berpirsa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmed îro (Çarşem, 22ê Cotmeha 2025ê) ragihand: "Danûstandinên di navbera nûnerên Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Sûriyeyê de bi awayekî erênî didomin.”

Berpirsa navbirî eşkere jî kir: “Armanca me ew e ku em li ser paşeroja Sûriyeyê lihevkirineka temam bikin, bi rengekê ku mafên hemî pêkhateyan misoger bike."

Îlham Ehemed amaje jî da: “Yekkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi artêşa Sûriyeyê re wekî pêngava yekê ye ber bi avakirina artêşeka neteweyî ya yekgirtî ve, da ku hemî xelkê Sûriyeyê bê cudahî tê de parastî be.”

Berpirsa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser herwesa got: “Heke Tirkiye di pêvajoya aştiyê de rastgo ye, Rêveberiya Xweser amade ye û tekezê li ser tenahiya Sûriyeyê û deverê dike."

Kurdistan Haberleri

PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê
Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên