Îhsan Ogurlu: Ji ber mesrefan markayên cîhanî berê xwe didin welatên din

.

Sektora tekstîl û cil û bergan a Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di nîvê yekem a sala 2025an de rûbirûyê krîzeke giran bû.

Tenê di şeş mehan de 3 hezar û 298 şirket hatine girtin û zêdetirî 56 hezar karkerî karê xwe ji dest daye.

Xwediyê Kompanyaya JÎBERê Îhsan Ogurlu da zanîn, “Rewşa bazirganiyê ya tekstîlê li Bakurê Kurdistanê pir xirabtir e.”

Sektora tekstîl û cil û bergan ku yek ji lokomotîfên aboriya Tirkiyeyê ye, krîza ku sala 2023yan di wê sektorê de dest pê kiribû, di nîvê yekem a sala 2025an de kûrtir bû.

Li gorî amarên Saziya Sîgorteya Civakî hejmara şirketên ku di sektora tekstîl û cil û bergan de dixebitin di dawiya sala 2024an de 59 hezar û 101 bû lê Hezîrana 2025an daket 55 hezar û 803yan.

Ev tê wateya ku tenê di 6 mehan de 3 hezar û 298 kompanya hatine girtin.

Hejmara karkerên di sektorê de jî di dawiya sala 2024an de 959 hezar û 395 bû lê Hezîrana 2025an daket 903 hezar û 555an.

Tenê di 6 mehan de 56 hezar û 840 kesî karê xwe winda kiriye.

Her wiha hinardekirina cil û bergan heyama Çile-Tîrmeha sala 2025an ji sedî 6,2 kêm bûye û daketiye 9,7 milyar dolarî.

Xwediyê Kompanyaya JÎBERê Îhsan Ogurlu bû mêvanê Rûdawê û diyar kir ku rewşa li Amedê ji ya giştî xirabtir e û got:

“Bêkarî ya herî zêde di nav Tirkiyeyê de li Amedê ye.”

Îhsan Ogurlu sedema krîzê bi zêdebûna bihayê dolar û mesrefên zêde ve girê da û got:

“Dolar pir ket. Markayên biyanî çûn Misir, Bangladeş, Fas û Ozbekistanê.

Mesrefa karkerekî li Tirkiyeyê 1100 dolar e lê li Misirê 120 dolar e.”

Ogurlu bal kişand ser girtina kompanyayan û anî ziman:

“Di 6 mehan de zêdetirî 3 hezar şirket hatine girtin û 56 hezar kes li Amedê bê kar mane.”

Xwediyê JÎBERê amaje pê kir ku markayên mezin ên cîhanê ji ber mesrefên zêde berê xwe didin welatên din û wiha axivî:

“Markeyên ku em ji wan re dixebitin piştî girtina kompanyayan, madeyên xam ji welatên din re dişînin.

Bazar li dinyayê ketiye lê li Tirkiyeyê bandor zêdetir e. Em nikarin reqabetê bikin.”

Îhsan Ogurlu da zanîn ku hikûmetê piştgiriyeke têr û tijî nedaye sektorê û da zanîn:

“Enflasyona Tirkiyeyê li gorî dolar bilind nabe.

Heger hikûmet piştgiriyê nede, rewş dê xirabtir bibe.”

RUDAW

Kurdistan Haberleri

Girtiyên 5 Nolî yê daxuyaniyek çapamenî didin
KONFERANSA ŞÊWRA BATIZMÎYÊ
Piştî êrîşa ser tesîsên atomî Serokomarê Îranê yekem car diçe Amerîkayê
Li nêzîkî Balafirgeha Şamê teqîneke mezin çêbû
Li ser Kampa Holê konferans tê lidarxistin: Rêveberiya Xweser nehat vexwendin